Di hefteya 588'emîn de aqûbeta windayên xwe pirsîn

  • 15:08 16 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên windayan di hefteya 588'emîn de çalakiya xwe li dar xistin û aqûbeta windayên xwe pirsîn û banga avakirina Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Rûbirûbûnê Raboriyê kirin.
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 588’emîn de çalakiya we ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li avahiya şaxa ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê tenê Endamê Komîteya Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin tevlî çalakiyê bû. Di daxuyaniyê de diyar kir ku li gel vîrûsa koronayê jî wê pirsîna xwe ya aqûbeta windanyan berdewam bikin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêkanînen windakirina bi darê zorê rastiyeke ku divê Tirkiye pêre rûbirû bibe. Windakirinên bi darê zorê beriya avakirina komarê dest pê kirin û hê jî didomin. Heta ku heqîqet derkevin holê û bi raboriyê re rûbirûbûn çêbibe, em ê hebûna xwe ya Li kuçe, qad û pêşiya edliyeyan berdewam bikin.”
 
Daxwazên me wiha ne; 
 
* Beriya her tiştî divê aqûbeta windayên bi darê zorê bê ronîkirin û ji bo vê yekê hemû arşîvên dewletê bên vekirin. 
 
* Em ba li hikûmet dikin ku ‘Peymana Navneteweyî ya Têkildarî Parastina Kesan a ji Windakirinên di Binçavan de ya Neteweyên Yekbûyî’ îmze bike û pêwistiyên wê bi cih bîne. 
 
* Em bi bîr dixin ku pêwîste Tirkiye bibe endama Statuya Romayê ya ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî damezrandiye. 
 
* Em bang li endamên darazê dikin ku têkildarî windakirina darizandineke bi bandor bikin û weke peymanên navneteweyî ji bo van sûcan demboriyê li ber çav negirin. 
 
*Ji bo ku careke din li vê axê êşên bi vî rengî neyên jiyîn em daxwaz dikin ku ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Rûbirûbûnê Raboriyê’ bê avakirin.”