Meşa dirêj a ciwanan ya ber bi Zînî Wertê hat astengkirin

  • 14:51 16 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa YNK'ê meşa ciwanan a ber bi Zînî Wertê ve asteng kir. Ciwanên ku 45 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiyê daxuyanî dan û gotin: "Ev meş meşa yekitiya neteweyî bû û yekitî tê astengkirin."
 
Meşa Înîsyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Zînî Wertê pêk hatî ji hêla YNK'ê hat astengkirin. Dema ku girse gihişte Serkebanê polîs û hêzên asayîşê pêşiya wan girtin. Berpirsê asayîşê Abdulah Çavreş ê rê neda ciwan bimeşin, diyar kir ku Wezareta Navxweyî fermana ‘rê nedin meşvanan’ ji bo wan hatiye dayîn. Ciwanan nerazîbûn nîşanî gotina polîsan a ‘Ji bo ewlekariya we rê nadin’ dan gotin: “Em hemû berpirsyariyê li ser milê xwe digirin.”
 
Ciwanan ji bo protestokirina vê helwestê bi qasî 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin. Piştre jî Arîn Şiwanî daxuyaniyek da û got: “Ev meş meşa yekîtiya netewî bû. Astengkirina vê tê wateya astengkirina pêknehatina yekîtiya netewî. Çima YNK vê meşê asteng dike. Gelo di komploya li Zînî Wertê de tiliya we heye.”