Koordînasyona Krîzê ya Kovîd-19: Şîdeta li hemberî jinê zêde bû

  • 13:07 16 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Di rapora heftane ya Koordînasyon Krîzê ya Herêmê ya Kovid-19 de hat diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de şîdeta li dijî zarok û jinan zêde bûye û zagona înfazê jî rê li ber şîdetê vekir. 
 
Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Kovid-19, têkildarî bandora vîrûsa korona daxuyaniyek nivîskî da. Koordînasyonê diyar kir ku di pêvajoya şewba (Covît-19) de şîdeta li dijî zarok û jinan zêde bûye û wiha got: "Ji ber newekheviya zayendiya civakî, cudakariya di nava çînan de hatina mirovan jî ne wekhev e. Ji ber van newekheviyan bandora vîrûsa korona bêtir li ser civakê heye. Van şertan de ketina hundirê malê û tecrîdkirin bêtir şîdeta li dijî zarok û jinan zêde kiriye. 
 
Beriya pêvajoya şewbê amûrên parastina jinê û amûrên li dijî şîdetê zêde nedihatin bikaranîn. Dewletê tu carî li dijî tundiya li huntirê malê tedbîrên têr û çareseriyê negirt. Bi taybetî piştî vîrûsa korona ev şîdeta di nava malê de li dijî zarok û jinan zêdetir bû." 
 
'Zagon rê li ber şîdetê vekir'
 
Koordînasyonê bal kişand ser zagona înfazê jî û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoyê de yek mijara ku rê li pêş tundiyê vekir jî zagona înfazê bû. Ev li tevahiya welat bûye sedema tirsê û panîkê. Gelek mêr piştî hatin berdan dîsa dest bi şîdetê kirin û jin û zarok kuştin. Zagon bi awayekî li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn û Peymanên Navneteweyî hat erêkirin. Vê yekê mecrûtiya edaletê xera kir. 
 
'Îqtîdar 4 sal in li pêy zewicandina zarokan ketiye'
 
Koordînasyonê bal kişand ser hewldanên îqtidarê yên pêşnûnaya zagona zewaca di temene biçûk de û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar 4 sa lin vê mijarê diguherîne û tîne pêşberî cemaweriyê. Bi vê pêşnûmayê dixwaze zarokan bi îstîsmarê û zewaca zû re rû bi rû bihêle. Bi zewaca zarokan dixwaze faîl biparêzin. Zarokeki kêmî 15 salî tu carî ji îstîsmarê razî nabin. Riza nîşan bidin jî ew vîna ku karibe biryarê bide hêj ne pijiya ye. Ev nayê qebûlkirin."