Meşa dirêj a ciwanan ber bi Zînî Wertê dest pê kir

  • 12:09 16 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê ya bi dirûşma "Em ê bi ruhê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin" bi dest pê kir. Ciwanên kurd dê heta Zînî Wertê bimeşin.
 
Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji bo bidawîkirina aloziya Zînî Wertê bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin" 
li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek dan û piştre ber bi Zînî Wertê ve meşiyan.
 
Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo meşê demek dirêj bû ku xebat dida meşandin. Ciwan xebatên xwe bi dirûşa "Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin" dan destpêkirin û her tim banga tevlîbûna meşê hatin kirin. Ciwanan di xebatên xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan, peşmergeyên dêrîn, nûnerên baweriyan kirin ku piştgiriyê bidin meşê. 
 
Hêzên Asayîşê di serî de rê nade ku ciwan, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, pêşmergeyên dêrîn û jin ên ji devera Silêmanî, Dihok û dîsa gelek deverên din tevlî meşê bibin û hatin astengkirin. 
 
Her wiha çalakvanên ku gihaştina herêma Serkebkan a girêdayî Zînî Wertê, gelek dever ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibû girtin, her demê çû hejmara hêzên asayîşê jî zêdetir bûne. Ciwan jî bibiryarin ku meşa xwe bidomîne.