'Gelê Mexmûrê li dijî her cureyên desthiladariyê li berxwe dide'

  • 09:04 16 Gulan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka PYD'ê ya Kantona Kobanê Şêrîn Osman nêrînên xwe di derbarê êrîş û dorpêça li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) de anî ziman û wiha got: "Pêwîst e hikûmeta Başurê Kurdistanê helwestên xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk yên li ser wargehê zelal bike."   
                                                            
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn, 26 sal in penaberên Bakur li Mexmûrê bi cih bûn e. Wargeh rojane ji aliyê dewleta tirk ve rastî êrîşên hewayî û bejahî tê. Gelê ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûye niha jî bi awayekî dorpêçkirî û metirsiya êrîşan dijîn. Dorpêç ji aliyê PDK'ê li ser wargehê hatî destpêkirin, ev bû 10 mehe dorpêç bi awayek bê navber didome. Neteweyên Yekbûyî yên Ewropayê berpirsiyariya penaberên Wargeha Mexmûrê girtibû ser xwe. Lê belê bi mehane wargeh di bin dorpêç û  êrîşên dewleta tirk de ye. Lê heya niha tu bertekên NY'ê li beranberî van kiryaran derneketiye. Li hemberî van êrîşên heyî gelê Mexmûrê berxwedan û têkoşîna xwe bê navber didomîne.
 
Di vê çarçoveyê de Hevseroka Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Kobanê Şêrîn Osman nêrînên xwe di derbarê kiryarên dewleta tirk û dorpêça li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) de nirxandin kir. 
 
'Pêwîst e rêxistinên mafên mirovan erka xwe pêk bînin'
 
Şêrînê di destpêka axaftina xwe de êrîşên li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cudî bi awayekî tund şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîş û dorpêça li ser gelê wargehê şermezar dikin. Ev ne cara yekemîn e ku gelê wargehê rastî êrîşan tên. Rojane ev gel bi êrîş û pevçûnan re rû bi rû tên, lê têkoşîn û vîna gelê Mexmûrê nahêle ku pirojeyên dewleta tirk û hevkarên wê bi ser keve. Her kes dizane ku wargeha Şehîd Rustem Cudî di bin sîwana Netewên Yekbûyî yên mafên mirovan a Ewropayê de ye, lê heya niha Netewên Yekbûyî yên mafên mirovan tu helwest an jî daxuyanî di derbarê dorpêçê de nedaye û bi erka xwe ya mafên mirovan ranebûye." 
 
'Dewleta tirk Vîrûsa Koronayê wek çek bi kar tîne'
 
Şêrînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk Vîrûsa Koronayê weke fersendê dide meşandin û wiha domand: "Dewleta tirk rojane êrîşî tevahî herêmên Kurdistanê dike. Lê bi taybet di vê demê de êrîşên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye, her wiha Vîrûsa Koronayê weke fersen ji xwe re dibîne. Ji ber sedema belavbûna Vîrûsa Koronayê hemû şer û pevçûn hatin rawestandin, lê dewleta tirk ev mijar weke firset bi kar tîne û êrîşên ser Gelê Kurd zêdetir dike. Gelê Mexmûrê ji nîştecihên Bakurê Kurdistanê ne, lê ji ber êrşên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn, mal û milkên wan bi destê dewleta faşîzim hat talankirin û wêrankirin, di roja îro de jî dewleta tirk dixwaze car din gel neçarî koçberiyê bike."
 
'Gelê Mexmûrê li dijî her cureyên desthiladariyê li berxwe dide' 
 
Şêrînê di dawiya axafitina xwe de da diyarkirin ku pêwîst e demildest ambargoya li ser wargehê were rakirin û PDK jî dest ji alîkariya êrîşên li ser Kurdan berde û wiha got: "Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji PDK'ê re dibêjin êdî dev ji lîstokên qirêj berde li şûna wê pêwîst e em yekrêziya Kurdî ava bikin da ku Gelê Kurd di komkujî û qirkirinan re derbas nebe. Pêwîst e PDK demildest dorpêça ser wargehê rake û beşdarî yekrêziya Kurd bibe."