‘Em ê jin pêşengtiya pêkanîna yekrêziya kurdî bikin’

  • 09:02 16 Gulan 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên partiyên siyasî yên Kobanê, derbarê  girîngiya yekrêziya kurdî de axivîn û gotin: "Ji her demê zêdetir pêwistiya Gelê Kurd bi yekrêziyê heye. Em ê weke jinên kurd pêşengtiyê bikin û rola xwe bilîzin."
 
Di demekê de ku li hember Gelê Kurd ji gelek aliyan ve êrîşên dijwar tên kirin, kurd bang li partiyên siyasî dikin ku yekrêziya kurdî mayinde bikin û hebûna kurd biparêzin. Hewildanên avakirina yekîtiyê hîn didomin. Têkildarî mijarê jinên partiyên siyasî yên Kobanê nêrîna xwe ser girîngiya yekîtiyê anîn ziman û bi me re parve kirin.
 
‘Yekîtî tê vê wateyê ku tevahî beşên civakê xwe di nav de bibînin’
 
Endama Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Gulîstan Etî bal kişand li ser pêwistiya yekrêziyê û got: "Ev demeke dirêj e ku hewildanên Kongreya Netewên Kurdistanê (KNK)  ji bo avakirina yekîtiyê heye. Lê hîn jî tu encam nehatiye bidestxistin. Her wiha fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî banga yekrêziya kurd kir. Em jî weke Partiyên li Rojavayê Kurdistanê di nava hewildanan de ne. Li ser çapemeniyên dijber derbas dibe ku divê yekîtî di navbera PYD'ê û ENKS'ê de çêbibe, lê di bingehê de yekrêziya ku em qala wê dikin ew e ku yekrêzî di civakê de dest pê bike û bipejire. Bi rengekî ku yekrêziya  jin, civaka sivîl, ciwan, rêxistin, dezgeh, sazî û rewşenbîr Kurdistanê çêbibe. Yekîtî tê vê wateyê ku tevahî beşên civakê xwe di nav de bibînin, ne tenê di çarçoveya siyasî de."
 
‘Em ê maf, hebûn û doza gelê xwe biparêzin’
 
Gulîstanê bal kişand ser rewşa ku Gelê Kurd  tê de dijî û wiha pêde çû: "Divê em weke partiyên Kurdistanî pêşeng bin da ku em maf, hebûn û doza gelê xwe biparêzin. Doza me hebûn û tûnbûna me ye, loma di dema ku êrîşek bi ser me de tê dijmin bi heman nêrînê li tevahî partiyan dinêre. Ji her demê zêdetir divê em weke Gelê Kurd hebûna xwe biparêzin, xwedî li xwîna pakrewanên xwe derkevin ku ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda kirin. Em êdî di wê ferqê de ku tu hêz nikarin alîkariya Gelê Kurd bikin, tenê kurd dikarin nirxên xwe biparêzin.  Me jî weke jinên siyasetmedar gavek avêtiya da ku em rola xwe di vê yekîtî de bilîzin, ji ber wê bi pêşengiya KNK'ê me kongreyek li dar xist."
 
‘Divê em tecrubeyan ji serpêhatiyên xwe bigirin’
 
Hevseroka  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen jî wiha axivî: "Hevdîtin û hewildanên ji bo yekrêziya kurdî pêwist e xurt bin, da ku em nebin qurbaniya pilanên dewletên desthilatdar û dagirker. Gelek serhildanên di dîroka Gelê Kurd e her tim di encama pilananên qirêj de hatine têkbirin. Her wiha pêşengên wê jî hatine qetilkirin û bidarvekirin. Loma divê em Gelê Kurd ji serpêhatiyên berê tecrube bigrin da ku dîrok xwe dubare neke. Ji ber wê hemû Gelê Kurd berpirsyar in û divê careke din hebûn, doz û kurdewariya xwe li berçav derbas bikin."
 
'Em ê jin pêşengiya yekrêziya kurdî bikin'
 
Bêrîvan Hesen bang li jinên Kurdistanê kir ku pêşengtiya yekrêziyê bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li Rojavayê Kurdistanê jin bûn peşeng û sembolên şoreşê û mohra xwe li hemû qadên jiyanê xistin. Ji ber wê eger em bixwazin bi rengekî rast yekrêziya xwe bi dest bixin divê em rola jinê bidin pêş. Ji ber vê hêviya me ji tevahî jinên Kurd heye ku pêşengiya vê yekrêziyê bikin ji bo ku em bi hêzeke mezintir li hember hemû cureyên êrîşan bisekinin."