ROJEVA 16 ’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 16 Gulan 2020
  • Rojev
*Endamên Kooperatîfa Sewsen a Kantona Şehbayê derbarê kar û xebatên kooperatîfê de axivîn û gotin: "Di Kooperatîfa Sewsen de 3 bijîşk û 3 hemşireyên jin dixebitin û 24 saetan di xizmeta jinan de ne." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka PYD'ê ya Kantona Kobanê Şêrîn Osman nêrînên xwe di derbarê êrîş û dorpêça li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) de anî ziman û wiha got: "Pwîst e hikûmeta Başurê Kurdistanê helwestên xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk yên li ser wargehê zelal bike."   DÎMEN HEYE
 
*Jinên partiyên siyasî yên Kobanê, derbarê  girîngiya yekrêziya kurdî de axivîn û gotin: "Ji her demê zêdetir pêwistiya Gelê Kurd bi yekrêziyê heye. Em ê weke jinên kurd pêşengtiyê bikin û rola xwe bilîzin."
 
*Esnafa bi navê Xalîse Erçî Dogan da zanîn ku bi xuşka xwe re dest bi karê esnaftiyê kirine lê ji ber krîza aborî tu sû dê jê nagirin û got: “Bi teybet xebatkarên jin û esnafên biçûk ên ku bê temînat dixebitin pirsgirêkên aborî dijîn. Ji ber ku ku krîzên herî biçûk jî dikarin bandorê li ser me bikin û bi vê re jin ji qada aboriyê tên dûrxistin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de kesên pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn çûyîna nexweşxaneyan taloq dikin û got: “Di vê pêvajoyê de ji ber mudaxaleyên lezgîn nayên kirin di mirinên akut de zêdebûn heye.” DÎMEN HEYE
 
*Ji ber erdhêja wanê gelek kesên xaniyên wan li Elbaqê hilweşiyan neçar man sewalên xwe bifroşin û bên bajaran. Saniye Akpinar a li Wanê di kirê de dijî, diyar kir ku rayedaran piştgirî nedaye wan û cihê starbûnê nedîtine û got: “Piştî mehan şûnde cihê starbûnê dan lê nanê em bixwin nema.” DÎMEN HEYE
 
*Meclîsa Jinan a HDK’ê, bi armanca piştevaniya jinan mezin bike bi şîara ‘piştevaniya jinan li her derê ye’ kampanya da destpêkirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Akîl der barê kampanya ‘Xwişk û Bira’ ya li Enqereyê berdewam dike de agahî da û diyar kir ku heta niha bi ji 350’yî zêdetir malbatî re hatine cem hev û got: “Em gelan ji hev nadin alî, li nasnameyan nanêrin û bi têkoşîna mirovî re  wê destên xwe bidin hev.”