Mamosteyên li Mexmûrê Cejna Zimanê Kurdi pîroz kirin

  • 08:39 16 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê mamostayên Roja Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kirin û gotin: "Li vir em wek qada Perwerdeyê ya Mexmûrê bang li tevahî mirovahiyê dikin, bila rê nedin ku kesayet zimanê gelê me tune bikin." 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûsrem Cûdî (Mexmûr) mamostayên wargehê li dibistana Şehîd Mihemed Kurt, Roja Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Beriya daxuyanî were xwendin, ji bo tevahî şehîdên tevgera Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mamosta Ferîde Tekîn daxuyanî xwend.
 
Daxuyaniya hatî dayîn wiha ye: "Heyînek zindî, saziyek civakî, roniya çavan, nêrînên çavên dayikên şehîdan, xemla stêrkên esmanan, nîştîmanperweriya Ehmedê Xanî, belavkerê gotinên rêberê rêberan Rêber Apo zimanê me ye. Ev zimanê me yê ku pêşengiya zimanê cîhanê kirî, bi taybet bûye dayika hemû malbata zimanên herî mezin zimanên Aryenî, beriya mîladê bi hezaran sal wêje li nava cîhanê weke yadîgareke belavkarî û bi alîkariya vî zimanî, zordariya Dehaqan li ser mirovahiyê rakirin karîn bi herikîna wêjeya vî zimanî di nava gelên Rojhilata Navîn de biratiyê biafirîne. 
 
Piştî demekê ji aliyê zordarên curbicur ve bi qirkirinê re rûbirû ma. Her çiqas li hemberî hemû qirkirinan hebûna xwe parastî be jî, lê van qirkirinan bandorek nerênî li ser zimanê me yê pîroz kiriye heta giha astekî ku êdî neçar bû hebûna xwe bi tîpên zimanê dagirkeran berdewam bike. Li hemberî van qirkirin û bişaftinan, kêm jî wêjevanên gelê me ev ziman û wêjeya pîroz li deverên cuda diparastin.
 
Ji bo karibin vê rojê di wateyek rast de pîroz bikin, divê di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin. Ger em bixwazin giringiya vê rojê bizanin. Divê em wan şehîdên ku ev roj ji me re watedar kirine, ji bîr nekin. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku mezinkerê vê rojê Rêber Apo ye. Li vir em wek qada Perwerdeyê ya Mexmûrê bang li tevahî mirovahiyê dikin, bila rê nedin ku kesayet zimanê gelê me tune bikin. Her wiha em wek mamoste û xwendekarên dibistana Rêber Apo, soz didin gelê bi rûmet ku em ê ji bo azadiya ziman, gel û Rêberê xwe di bin hemû mercan de xebat û berxwedana xwe bilindtir bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo, bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.