Nuran Îmîr: Îktîdar tovên dijminahiyê diçîne

  • 15:13 15 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - HDP’ê, li Şirnex û navçeyên wê ji bo qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Misirc, Hawêlê, Îdir û Vartînisê hat kirin daxûyanî da. Di daxûyaniyê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî bertek nîşanê qeyûman da û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tê wateya dijminatiyê. Îktîdar tovên dijminatiyê diçînin. Lê belê em li dijî vê dijminatiyê tovên azadî aştiyê biçînin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Misirc, Hawêlê, Îdir û Vartînisê li Şirnex û navçeyên wê daxûyaniya hevpar hat dayîn. Li ber avahiya  HDP’ê ya navçeya Cizîrê daxûyaniya ku hat dayîn de Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Cizîrê ku şuna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, aktîvîstên TJA’ye û gelek kes tevlî daxûyaniyê bûn. Bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî jî li avahiya navçeyê pankarta “Zimanê Kurdî Ez im. Lewra Ziman xwebûn û hebûna neteweyan e. Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be” hat daliqandin. Daxûyaniya ku hevpar e Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç xwend.
 
Piştî daxûyaniya hat xwendin Nuran Îmîr a HDP’yî axivî bertek nîşanê qeyûmên ku tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin da. Nuran, anî ziman ku di vî pêvajoya vîrûsa koronayê de şûna ku tedbîrên tendûristiyê bigirin qeyûm tayînê şaredariyan dikin û wiha got: “Îktîdara AKP’ê ya ku neyartiya HDP’ê û kurdan dike îro careke din rûyê xwe yê reş nîşan da. Di vê pêvajoya zor û zehmet de îktîdarê ji xwe re wek firsendek dît û vîna gel xesp dike. Em ji vir bang dikin; ev neyartiya we dê tu carî bi ser nekeve. Em gelek baş dizanin ku hûn dixwazin çi bikin. Îktîdar serdestiya xwe di bin navê Komara Tirkiyeyê de bi dijminatiya kurdan dike. Kesên ku xwedî edalet û hiqûqê derdikevin bila îro bersivê nîşanê vî êrîşê jî bidin. Em ne ji çekên we, ne ji zext û zordariyên we ditirsin. Ev bê tehemûliya ku li dijî vîna gelan dê tu carî bi ser nekeve. Di dema pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê de Serokkomar û Wezîrê Karê Hundir gotibû ‘em ê dîsa dest daynin ser vîna we.’ Lê belê gelê kurd û kesên alîgirê demokrasiyê ne çûne ser sindoqan û bersivê nîşanê wan dabûn. Gel bi dengên xwe nîşan dan ku ew zext û qeyûmên wan  nas nakin.”
 
‘Tayînkirina qeyûman darbe ye’
 
Nuran, di domandina axaftina xwe de got bi zext, girtin û binçavkirinan nikarin têkoşîna wan bide sekinandin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em ê tu carî gav paşve navêjin. Tayînkirina qeyûman darbe ye. Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê vir de pergala qeyûmê zext û zilmê li ser gel dike. Tayînkirina qeyûman ne bi tenê pirsgirêka gelê kurd e, her wiha pirsgirêka hemû gelan e.  Kurdan tu carî serî netewand û dê ji vê şûnde jî serî netewînin. Divê îro hemû kes xwedî vîna xwe derbikeve. Tehemûla wan ji şaredariyên HDP’ê re nayê û ji ber wê jî qeyûm tayîn dikin. Tayînkirina qeyûman tê wateya dijminatiyê. Îktîdar tovên  dijminatiyê diçinin. Lê belê em li dijî vî dijminatiyê tovên azadî aştiyê biçinin. Têkoşîna me dê tim berdewam bike.”
 
‘Tiştê ku me li ser nigan digire zimanê me ye’
 
Nuran, herî dawî bal kişand ser 15’ê Gûlanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me dixwest vê rojê pîroz bikin. Lê ji ber vê rewşê em nikarin. Em vê roja 15'ê Gulanê li hemû gelê xwe pîroz dikin. Ji bo em xwe nas bikin divê em di serî de zimanê xwe bizanibin. Bila hemû kes xwedî zimanê xwe derbikeve. Tiştê ku me li ser nigan digire zimanê me ye. Em malên xwe bikin dibistanên kurdî.”
 
Li Şirnex û navçeyên Silopî û Hezexê jî bertek hatin nişandan
 
Li Şirnex û navçeyên Silopî û Hezexê jî daxûyaniya hevpar hat dayîn. Di daxûyaniya ku hat dayîn de hevserok û rêvebirên navend û navçeyan tevlî bûn. Li Şirnexê jî bi minasebeta 15’ê Gûlanê pankarta “Ziman Nasîna Welat e, Her Mirov Bi Zimanê Xwe Tê Nasîn. Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be” li avahiya navendê hat daliqandin.