Germavên Zûmrûdê tên texrîpkirin!

  • 09:21 15 Gulan 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Germavên Zûmrûdê ku li qûntara Çiyayê Qatoyê ne niha bi çêkirina otelê tên texrîpkirin. 
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku bi xweza xwe ya şîn, germav, zozan û newalên xwe  tê nasîn. Bi taybetî jî germavên Zûmrûdê yên gundê Germavê ku li qûntara Çiyayê Qatoyê ne navdar in. Ava ku ji vir derdikeve 39 dereceye û ev der wekî ciheke şîfayê tê nasin û her sal gelek kes tên serdana vir. Li vir tê xwestin ku oteleke mezin bê çêkirin. Çêkirina otelê dê zirareke mezin bide xweza Zûmrûdê. 
 
Germavên Zûmrûtê ya ku gundê Germavê 7 kîlometre dûrê navçeyê ye, tê xwestin ku li vir tesîsek bê çêbikin û proje jî derket îhaleyê. Otela ku demên berê li vir hatî çêkirin beriya 6 rojan bi makîneyan otel hatiye hilweşandin. Ligorî agahiyên şêniyên gund dê li vir oteleke mezin bê çêkirin. Qeymeqamê navçeyê Îsmaîl Pendîk demên borî diyar kir ku dê bi navê “Projeya Gundê Betlanê ya Germavên Zûmrûtê" xebatek dane destpêkirin. 
 
Tê armanckirin ku proje heta dawiya salê bê temam kirin. Lê Germavên Zûmritê ku bi xwezaya xwe tê nasîn îro bi texrîpkirinê re rûbirû ye. Dê li vir bi dehan dar bên birîn. Cihê şînahiyê dê bikin beton. Mirovên ku li derveyî welat û hûndirên welat dihatin li vir bi taybetî kon vedidan û bi xwezayê re rojên xwe derbas dikirin. Heke ev otel bê çêkirin jî xwezaya germavê dê texrîp bibe. 
 
Gel bertek nîşan dide
 
Gundiyan bertek nîşanê otela ku dê li germavê bê çêkirin dan û wiha gotin: “Em naxwazin xweza bê qetil kirin. Gelek mirov hem ji bajarên cuda û hem jî ji derveyê welat tên serdana germavê û li vir kon vedidin. Bi çêkirina otelê dê teqes xweza bê texrîpkirin. Pêdiviya me ji otelê nîne."