Runiştina Ayşe Çeçen di 22’ê Tîrmehê de ye

  • 09:20 15 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbata Ayşe Çeçen 7 sal berê îxbara windabûnê kiribû û piştî lêprisîn ji nû ve hat rojevê, derket holê ku hatiye qetilkirin. Derket holê ku Ayşe ji aliyê çawîşê pispor yê bi navê E. T. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û ji aliyê bav û apê xwe ve hatiye qetilkirin. Lêpirsîna der barê Ayşeyê de hat amadekirin temam bû û runiştina yekem wê di 22’ê Tîrmehê de bê dîtin.
 
Li Qosera Mêrdînê di 2013’an de malbata Ayşe Çeçen (17) serlêdana windabûnê kiribûn lê derket holê ku Aşe hatye qetilkirin. Piştî cenazeyê wê hat dîtin ji aliyê malbatê ve hat teşîskirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de bavê Ayşeyê, M.F.Ç, apê wê Î.Ç, û xizmê wê Î. Ç. yên hatin binçavkirin, derket holê ku Ayşe bi çekê qetil kirine. Derketibû holê ku Ayşe ji aliyê çawîşê pisporê yê bi navê E.T. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye, piştre şandiye mala wê û li ser vê ji aliyê endamên malbatê ve hatiye qetilkirin. 
 
Piştî Ayşeyê pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin û yekem runiştin di 22’ê Tîrmehê de wê bê dîtin.
 
‘Bûyer veşartin’
 
Xwişka Ayşeyê, Berfîn Çeçen da zanîn ku piştî bûyera 7 sal berê derktetiye holê travma jiyane û wih agot: “Ayşe bi tecawiza çawîşê pispor ê bi navê E.T. re rû bi rû hat. Wê demê 17 salî bû. Ez jî 14 salî bûm. Wê demê malbatê gilî kir lê li pişta wî kesî saxlem bû. Ser bûyerê girtin. Piştre Ayşe winda bû. Me îxbar kir. Piştre cenazeyek hat dîtin. Ji malbatê kesên din cenaze teşîs kirin. Piştî îfade hatin girtin derket holê ku kê xwişka min kuştiye.”
 
‘Bila cezayên xwe bikşînin’
 
Berfînê daxuyakirin ku piştî Ayşe bi  tecawizê re rûbirû maye, şandine stargehê û got: “Yên hatine girtin vê rewşê qebûl nakin. Ez dixwazim ku cezayên xwe bikşînin. Bila edelet pêk bê. Sûcên xwe qebûl nakin. Der barê dozê de tu tiştekî nabêjin. Yekem runiştin di 22’ê Tîrmehê de ye. Bila hemû jin wê rojê li wir bin. Yên xwişka min kuştin bila cezayên xwe bikşînin.”
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê jî banga tevlîbûna dozê li hemû jinan kir û got: “Ji bo kujer cezayên xwe bikşînin çi ji destê wan bê wê bikin. Em wek platform wê rojê emê  li salonê bin. Bila hemû jin wê rojê li wir bin.”