'Dewleta tirk siyasetmedar terkî mirinê kirine'

  • 09:08 15 Gulan 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl di derbarê siyasetmedarên ku di zindanên Tirkiyeyê de dîl hatine girtin de wiha got: "Vîrûsa Koronayê di zindanên Tirkiyeyê de belav bûye. Dewleta tirk siyasetmedarên kurd terkî mirinê kirine. Rewş wiha berdewam bike dê komkûjiyên komî çêbibin."
 
Bi belavbûyîna Vîrûsa Koronayê re li seranserî cîhanê, gelek tedbîr di warê xweparastinê de hatin girtin. Li gelek welatan bi taybet ji bo girtiyên di zindanan de biryarên efûyê derketin. Lê dewleta tirk weke her car helwesta xwe ya ne baş ya li hember Gelê Kurd da pêş. Dewleta tirk kesên bê sûd yên qatîl, tecawizkar, diz û hwd. azad berdan û bi sedan siyasetmedar û rojnemevanên kurd tevî xeteriya li ser jiyana wan hîna girtîne. Di zîndanên dewleta tirk de vîrûs belav bûye. Di vê çarçoveyê de ajansa me ji Endama Rêveberiya Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl nêrîn girt.
 
'Bi sedan siyasetmedar û rojnamevan bi mirinê re rû bi rû ne'
 
Sara Xelîl di despêka axaftina xwe de behsa rewşa cîhanê kir û got: "Bi sedan siyasetmedar û rojnemevanên kurd di zindanên dewleta tirk de girtîne. Polîtîkaya dewleta tirk ne ya salekê û duduyan e,  xwedî dîrokeke demdirêj e. Di roja ku em îro dijîne, cîhana me di nava xeteriya Vîrûsa Koronayê de ye. Li hember vîrûsê gelek dewletên xwedî hêz hilweşiyan. Ji ber vê bi taybet ji bo girtiyan efû derket, li gor şopandinên me ku li gelek welatan ev biryar hat pêkanîn. Li Tirkiyeyê jî ev biryar bi rengekî bê edalet û ne exlaqî hat pêkanîn. Kesên ku tenê xirabî ji civakê re pêşkêş kirine serbest hatin berdan,  siyasetmedarên Kurd jî heta niha  di zindanan de ne. Her wiha siyasetmedarên di nava gel de jî rojane bi zextan re rû bi rû ne."
 
'Têkoşîna li dijî desthilatdariyê roj bi roj mezin dibe'
 
Sarayê  di domandina axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkaya dewleta tirk ne nû ye û wiha pê de çû: "Rewşa li zindanên Tirkiyeyê asta polîtîkayên dijminatî, nijadperestî û qirkirina li hember Gelê Kurd tesbît û diyar dike. Her wiha bê edaletî û newekheviya pergala dewleta tirk nîşan dide ku xwedî li biryarên xwe dernakevin. Em weke Gelê Kurd bi salane li dijî van kiryar û gefên dewleta tirk bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin. Her wiha hevalên me yên di zindanan de jî ji salên 1982'an de di dema berxwedana zindana Amedê û heta vê gavê jî diyar kirin ku zindanên dewleta tirk nikarin Gelê kurd qir bikin. Ev kiryar roj bi roj asta têkoşîna me ya li dijî desthilatdariya dewleta tirk mezin dike."
 
'Wiha berdewam bike dê komkujiyên komî çêbin'
 
Sara herî dawî diyar kir ku rewşa zindanan wiha bidome wê komkujiyên komî çêbibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa zindanan wiha berdewam bike dê komkujiyên komî di zindanên Tirkiyeyê de çêbibin. Loma divê bi rengekî lez girtî werin berdan. Em banga tevahî sazî û rêxstinan dikin ku mafên girtiyên di zindanên dewleta tirk  bidin wan. Êdî vîrûs di zindanên Tirkiyeyê de gihîştiye asteke bilind, loma divê helwesteke cidî were nîşandan."