'Tevî zor û zehmetiyan Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket'

  • 09:05 15 Gulan 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Kobanê Peyman Ebd- El Rehman 15'ê Gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Tevî zor û zehmetiyan Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket û parast. Bi saya berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd, êdî em xwedî alafbayeke xweser in."
 
Di 15'ê Gulana 1932'an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî di wê dema dîrokî de bi tîpên latînî dihat xwendin û nivîsandin. Beriya vê dîrokê jî nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî hatine weşandin û çapkirin. Lê heta kovara Hawarê tu nivîs bi tîpên latînî nehatine nivîsandin. Kovara Hawar yekem weşangeriya xwe bi zimanê Kurdî kir. Ji bo bîranîna vê rojê ji 2006'an û vir de 15'ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
Zimanê Kurdî di Rojhilata Navîn de xwedî dîrokeke kevnar e, di nava xwe de gelek zaraveyan dihewîne, Kurmancî, Soranî, Kelhorî, Lekî, Kirmanckî û Hewramî hemû xwedî dewlendiyeke mezin in. Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê polîtîkayên dagirkeran ve rastî gelek hewldanên pişavtin û qirkirinê hat. Lê tevî van zextan bi destpêkirina weşana Kovara Hawarê re pêşveçûyîneke balkêş di zimanê Kurdî de çêbûye, roleke girîng lîstiye û heta roja me ya îro hatiye parastin. 
 
Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re zimanê Kurdî pêş ket
 
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, gelê herêmê di asta pêşketina zimanê Kurdî de gelek pêşketin ava kirin. Gelek sazî û dezgeh hatin vekirin, bi rêya perwerde, akademî û saziyên zimanê Kurdî her ku çû pêşketin di zimanê Kurdî de hat  çêkirin. Bi hezaran zarok, jin, dayik û civaka Rojava fêrî zimanê dayikê bûn. Destpêkê li dibistanan û paşê  jî li zanîngehan li seranserî Rojava waneyên zimanê Kurdî hatin dayîn, di nav de jî beşa Wêjeya Kurdî hat vekirin. Bi vê boneyê ji 15-22'ê Gulanê wek hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyên de li gelek bajarên Kurdistanê bi bername û çalakiyên cihêreng tên lidarxistin û bal tê kişandina ser zimanê dayikê.
 
Berdevka Rêveberiya Dibistanan a kantona Kobanê Peyman Ebd- El Rehman girîngiya 15'ê Gulanê û pêşketinên ku di nava 8 salan de li Rojavayê Kurdistanê di asta zimanê Kurdî de hatine çêkirin ji ajansa me re nirxand û parve kir.
 
'Ziman nasnameya mirov e û mirov bi zimanê xwe tê nasîn'
 
Peymanê cejna Zimanê Kurdî li Gelê Kurd ku bi salan e li hember zor û zehmetiyan li ber xwe didin û têkoşînê dikin, pîroz kir û wiha pê de çû: "Bi salan e ji bo ku em zimanê Kurdî biparêzin em têkoşîn dikin.  Roja 15'ê Gulanê ji bo me rojeke taybet û girîng e, ji ber ku di vê rojê de yekem car zimanê Kurdî bi tîpên latînî hat nivîsandin. Beriya derketina Kovara Hawarê jî gelek nivîs, rojname û helbest bi kurdî hatine weşandin. Kovara Hawarê ji ber ku bi awayekî fermî û bi tîpên latînî bû taybetmendiyeke xwe heye. Her zimanek girîngiya xwe heye, ziman nasnameya mirov e û mirov bi zimanê xwe tê nasîn. Dewletên faşîst û desthilatdar bi taybet jî yên ku xaka Kurdistanê dagir kirin e her tim zimanê Kurdî qedexe dikin, nahêlin ku kes bi zimanê dayika xwe biaxive û yên ku bi Kurdî diaxivîn jî ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Tevî van zor û zehmetiyan jî Gelê Kurd zimanê xwe parastin û di roja me ya îro de Gelê Kurd xwedî alafbeyake xweser in."
 
'Her kes xwedî li zimanê xwe derkevin'
 
Peymanê teqez kir ku bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re zimanê Kurdî hat parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî şoreşa 12'ê Tîrmehê saziya zimanê kurdî hat avakirin. Destpêkê tenê tîpên latînî dihatin dayîn, lê di roja me ya îro de zaraveyê Kurmancî berfireh bûye û li hemû dibistan, peymangeh û zanîngehên me bi metriyalên Kurdî wane tên dayîn û êdî beşa Wêjeya Kurdî li zanîngehan vebûye. Bi rêya perwerdeya zaraveyê Kurmancî çand û dîroka gelê Kurd di nava civakê de belav bû. Şagirtên me, nifşên ku nû radibin tam fêrî Kurdî bûne û ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Zimanê dayikê yê bingehîn e, her kes li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe perwerde bibin."