Jinên Efrînê: Daxwaza me em jiyaneke aram bijîn

  • 09:04 15 Gulan 2020
  • Rojane
Ronî Hemo
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku koçî Kantona Şehbayê bûne, derbarî êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha dibêjin: "Di nava metirsîna şewba Koroneyê de êrîşên dagirkeriyê didome, îrade û hêza me nayê şikandin û her tim dexwaza me jiyanek aram e.” 
 
Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê ku hemû cîhan li dijî şewba Koronayê re seferber bûye, hêzên desthilatdar jî li dijî gelê Kurd û nirxên wan  her roj êrîşên xwe zêdetir dikin. Li tevahî deverên cîhanê û li dijî vîrûsê tedbîrên pêwîst hatin girtin, yek ji wan deveran jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.  Li Kantona Şehbayê tedbîr hatin girtin, lê di heman demê de dewleta tirk û komên girêdayî wê her roj êrîşên xwe li ser gelê Herêma Efrînê yên koçber dewam dike. Di meha Remezanê de jî destdirêjiyên dewleta tirk nehat rawestandin. Têkildarî kiryarên dewleta tirk, jinên Efrînê ên ku li gundê Um- El Hoşê li Kantona Şehbayê dijîn, nêrînên xwe anîn ziman û ji me re parve kirin.
 
'Armanca Erdogan têkbirina Gelê Kurd e'
 
Jina bi navê Esmehan Ehmed li ser êrîşên dewleta tirk axivî û wiha got: " Em weke jinên Efrînê kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Armanca dewleta tirk talankirin û têkbirina Gelê Kurd e,  lewra dewleta tirk bi alîkariya komên çekdar êrîş û topbaranên xwe li ser sivîlan dide meşandin. Pilanên dagirkeriyê ew in ku nakokiyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çêbike, lê ev pilan tu carî negihiştiye encamê. Êrîşên dewleta tirk ne tenê li hember Gelê Kurd e, lê belê li hember yekîtiya gelên Sûriyeyê û felsefeya azadiyê ye. Em ê li ber xwe bidin û ji bo rizgarkirina welatê xwe têbikoşin."
 
'Tevî metirsiya Vîrusa Koronayê dewleta tirk êrîşên xwe didomîne'
 
Jina bi navê Leyla Horo derbarê belavbûna Vîrûsa Koronayê û bêdengiya dewletan di ber  kiryarên Erdogan de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di demekê de ku mirov ji vîrûsa koronayê xwe diparêze, pêwist e ku şer û pevçûn bên sekinandin. Dewleta tirk biryarên navneteweyî  yên ji bo rawestandina şer  binpê dike û  hemû dewlet  jî li hember vê yekê bê deng mane. Divê çareserî ji van kiryaran re bê dîtin."
 
'Daxwaza me  ew e ku em jiyanek aram bijîn'
 
Jina bi navê Fatma Elîko li hember zilma êrîşkaran helwesta xwe nîşanda û got:" Êdî bes e ji dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya dewletan re. Rojane êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewayê tê kirin, çima tevahî cîhan çavên xwe li hember van kiryaran girtine? Daxwaza me ku em tenê jiyanek aram,  bê kuştin û bê şer bijîn. Em nema dizanin xwe ji vîrûsê ango ji dagirkeriya tirk, biparêzin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe ji bo vegere Efrînê em ê li ber xwe bidin."
 
'Tu carî îradeya gelê kurd naşkê'
 
Jina bi navê Bêrîvan Sîdo bang li tevahî gelên Sûriyeyê kir, ku li hember êrîşên Erdogan bisekinin û wiha pê de çû: " Banga min ji hemû gelên Sûriyeyê re heye ku li hember dagirkeriya Erdogan bisekinin. Em nema dikarin qetilkirina zarokên xwe li ber çavên xwe bibînin. Yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, bêbextiyan dikin.  Li hember ewqas kiryar û komkujiyên  tirkiyeyê mafên mirovan li ku ye? Daxwaza me ew e ku dagirkeriya Erdogan ji tevahî axa Sûriyeyê bê bidawîkirin û her koçberek vegere ser axa xwe û jiyana xwe bidomîne. Bila Erdogan baş bizanibe ku îradeya Gelê Kurd tu carî nayê şikandin."