ROJEVA 15’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 15 Gulan 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku koçî Kantona Şehbayê bûne, derbarî êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê de wiha dibêjin: "Di nava metirsîna şewba Koroneyê de êrîşên dagirkeriyê didome, îrade û hêza me nayê şikandin û her tim dexwaza me jiyanek aram e.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl di derbarê siyasetmedarên ku di zindanên Tirkiyeyê de dîl hatine girtin de wiha got: "Vîrûsa Koronayê di zindanên Tirkiyeyê de belav bûye. Dewleta tirk siyasetmedarên kurd terkî mirinê kirine. Rewş wiha berdewam bike dê komkûjiyên komî çêbibin." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Rêveberiya Dibistanan a Kantona Kobanê Peyman Ebd- El Rehman 15'ê Gulanê cejna zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Tevî zor û zehmetiyan Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derket û parast. Bi saya berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd, êdî em xwedî alafbayeke xweser in." DÎMEN HEYE
 
*Zimanê her gelî li gor xwe wateyekê li jiyana wan bar dike. Hezkirin û ahenga di dilê mirov de bi saya hebûna zimên li lûtkeyên jiyanê xwe didin der. Dema ziman bê jibîrkirin wateya jiyanê jî û axa mirov li ser dijî jî namîne. Loma têkoşîna ji bo zimanê dayikê li her derê cîhanê her dem dewam kiriye. Yek ji gelê têkoşer ku xizmeta di rêya zimanê xwe de her dem daye ber çav jî Gelê Kurd e. Tevî hemû talûkeyên mêtinger û nîjadperestan heta roja me ya îro hewildana ji bo ziman dewam kiriye.
 
*Xanim Hibo ya bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye serpêhatiya jiyana xwe ya koçberî û bi têkoşînê wiha tîne ziman: "Ez bi hesret û xeyalên xwe yên zarokatiyê mezin bûm." DÎMEN HEYE
 
*Roja weşana Kovara Hewar a ku cara yekem bi zimanê kurdî û tîpên latînî hatiye weşandin weke cejna zimanê kurdî tê pîroz kirin. Têkildarê girîngiya rojê mamosteyên MED-DER ê Ji ajansa me re axivîn û wiha gotin: “Ev cejin ji bo parastin û girîngiya ziman tê pîrozkirin. Lewra hezar salin  li ser ziman û çanda kurdî êriş û polîtîkayên asîmlasyonê tên meşandin. Divê di rojek wisa de em bikevin ferqa girîngiya ziman û hinek li xwe vegerin.” DÎMEN HEYE
 
*Wergervan û derûnînas Îzabella Bêrîvan diyar kir ku werger, di nava xwe de du zimanan, yek mirov dihewîne  û wiha got: “Ji bo wergerê zanebûna ziman tenê jî têrê nake. Divê tu xwe bigihînî hest û fikrên kesên ku tu berhemên wan werger dikî . Ji bo wêrgerê ked û wext pêwist e.  Lê mixabin qîmeta vî kare jî nayê zanîn.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartun der barê kampanya ‘Xwişk û Bira’ ya HDP’ê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusê de da destpêkirin de axivî û got: “5 hezar malbat hatin tespîtkirin. 250 malbat bi dildarî di kampanyayê de cih girtin. Ez bang li hemû kesên derfetên wan hene dikim ku xwe bigihînin rêxistina navend û navçeyan. DÎMEN HEYE
 
*Ji Dev Turîzm Îş’ê Kezban Konukçu diyar kir ku nermkirina qedexeyên li bajarên mezin yên ji ber vîrusê, ji bo berjewendiya sermayê hatiye kirin û banga rêxistinbûnê li karkeran kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Subaşi, diyar kir ku yekemîn hevdîtina telefonê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk aniye divê her tim pêk bê û got hevdîtineke bi telefonê jî nayê wateya ku tecrîd rabûye.
 
*Malbata Ayşe Çeçen 7 sal berê îxbara windabûnê kiribû û piştî lêprisîn ji nû ve hat rojevê, derket holê ku hatiye qetilkirin. Derket holê ku Ayşe ji aliyê çawîşê pispor yê bi navê E. T. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û ji aliyê bav û apê xwe ve hatiye qetilkirin. Lêpirsîna der barê Ayşeyê de hat amadekirin temam bû û runiştina yekem wê di 22’ê Tîrmehê de bê dîtin.
 
*Germavên Zûmrûdê ku li qûntara Çiyayê Qatoyê ne niha bi çêkirina otelê tên texrîpkirin. DÎMEN HEYE