Lutfiye Morsumbul: Gelo ji goristanan çî dixwazin?

  • 15:38 14 Gulan 2020
  • Rojane
ÇEWLÎG - Cara 3'yême êrîşê gorîstana Çewlîgê kirin. Lutfiye Morsumbul bal kişand ser êrîşa goristana hevjînê xwe Ekîn Morsumbul û got: "Ez ji hemû şehîdan lêborînê dixwazim. Me nekarî vê hişmendiyê rawestinin. Îro em dikarin êşa xwe parve bikin û hêza xwe bikin yek. Divê em bi hev re têkoşîna wijdanê bidin. Ez hêvî dikim ku herkes ji dengê me re bibe deng."
 
Êrîşên li hemberî goristanan di nava mehekî de zêdetir bû. Piştî goristanên li Amed, Wan, Şirnex, Êlih, Mûş û Colemêrgê niha jî êrîşê goristanên Çewlîgê kirin. Gorên Ekîn Morsumbul, Sevda Serînyel û Engîn Kîşîn hatin texrîpkirin. Kêlên goran hatin şikandin. Lutfiye Morsumbul bal kişand ser êrîşa li hemberî gora hevjînê xwe Ekîn Morsumbul û nêrînê xwe ji ajansa me re parve kir. 
 
Lutfiye, li Ewropayê bi keça xwe re dijî û ji ber ku testa wê ya vîrûsa koronayê pozîtîf derketiye niha di bin karantînayê ye. Ji ber rewşa wê tehrîpkirina goristanê jê re nehatiya gotin. Lutfiye beriya 3 rojan ji texrîpkirinê agahdar bûye. Lutfiye, derbarê êrîşê de van agahiyan parve kir: “Beriya niha ji aliyê qereqolê ve gef li xezûrê min tên kirin. Telefona ku ji qereqolê hatiye û jêre gotine 'Ger hûn wan nivîs û wêneyan neşkînin em ê bi xwe bên bişkînin’. Xezûrê min bi derketina şewba vîrûsê re li Stenbolê asê maye. Ji ber vê sedemê ew rewşa xwe ji wan re dibêje û dibêjê ez nikarim bêm. Li ser vê yekê re xizmek me diçe qereqolê. Ji wî dixwazin ku wêne û nivîsan jê bibe û ev jî bertek nîşan dide û qebûl nake. Piştî vê helwestê polîsan bi xwe kêla Ekînê texrîp dikin."
 
‘Êrîş wahşetek e' 
 
Lutfiye diyar kir ku êrîşê gorên din jî hatin kirin û wiha got: "Êrîşê gora Engîn jî kirin. Ji jiyana wan û qehremantiya wan tenê ew goristan man. Goristan tişta herî bi nirx û qedr e. Li ber çavên me goristan tên texrîpkirin û em nikarin tiştek bikin. Ev êşa herî mezin e. Hem derûnî, hem ji hestiyarî tu şikestinên mezin dijî. Ji xwe hikûmet jî vê tiştî armanc dike û gihaştiya armanca xwe. Gelo ji wan goristanan çi dixwazin? Ji kesên mirî tola çi radikin? Ev wahşetek e." 
 
‘Destê xwe ji mirî û nirxên me bikişînin' 
 
Lutfîye di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa keça xwe û wiha axivî: "Min hêj bûyer ji keça xwe re negotiye û ji ber ku keça min di hela bavê xwe de pir bi hestiyar e. Em êrîşên li hemberî goristanan qebûl nakin û em ê li dijî vê yekê derkevin û em ê li dijî wê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Ez banga li dezgehên Mafên Mirovan û hemû kesên dibêjin ez mirovim dikim, ji kerema xwe re van qêrînên me bibihîsin. Bila destên xwe yên qirêj ji miriyên me ji nirxên me bikişînin. Bila êdî zarok, dayik nebin mexdûr.”
 
‘Ez hêvî dikim ku herkes ji dengê me re bibe deng’
 
Lutfiye dema ku êrîşa li hemberî goristanan bihistiye nivîsek nivîsandiye. Nivîsa Lutfiyeyê wiha ye: "Hikûmeta Tirkiyeyê di pêvajoya şewba koronoyê de jî êrîşê li Kurdan dike. Hikûmet van qeyranan ji xwe re weke fersend dibîne. Gef li ser malbatan pêkhat û gorên wan, nirxên wan hatin xirakirin. Ev hişmendiyek ku ji wijdan, ehlaq û dîn mehrum mayî ye. Ji bo ku ew êşên malbatan nû bibe bê navber bi êrişek qirêjtir dikevin rojev ê. Lê em dizanin ji miriyên me ji ditirsin. Bi wan re êrişê hest û hêviyên me ji dikin, dixwazin bi vî rengî me tune bikin. Bi rastî ez êşa xwe çawa bi lêv bikim nizanim, lê dizanim ya ku êşê kêm dike parvekirin e. Ez ji hemû şehîdan lêborînê dixwazim. Me nekarî em ji vê hişmendiyê re bibin asteng. Lê îro em dikarin êşa xwe parve bikin û hêza xwe bikin yek. Divê em bi hev re têkoşîna wijdanê bidin. Ez hêvîdarim ku têkildarê vê Dada Navneteweyî û hemû rayedar bikevin navberê. Ez hêvî dikim ku herkes ji dengê me re bibe deng. Ol, ziman, nîjad ferq nake, ji bo me hemûyan mirî nirxin.”