Hêvîn Ebdo: Xeyalê me bû em bi zimanê xwe biaxivin û ev xeyal pêk hat

  • 09:13 14 Gulan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Ji Rêveberiya Pêkhateya Dibistanê ya Bajarê Helebê Hêvîn Ebdo, bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî  wiha dibêje: “ Roja 15’ê Gulanê xwedî wateyeke pir mezin e. Zimanê Kurdî xezîneyeke dewlemend e û divê tevahî civaka kurd xwedî lê derkevin. Xeyalê me bû em bi zimanê xwe biaxivin û ev xeyal pêk hat.”
 
Roja 15'ê Gulanê  di sala 1932’an de weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pênasekirin. Her wiha  di 15'ê Gulanê de kovara Hawarê ya kurdî jî dest bi weşana xwe kir. Ev yek jê gava yekem ya pêşveçûna zimanê kurdî bû. Bi boneya Roja  Zimanê Kurdî ji Rêveberiya Pêkhateya Dibistanê ya Bajarê Helebê Hêvîn Ebdo nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
‘Roja 15’ê Gulanê hebûn û dîroka me diyar kir’
 
Di destpêka axaftina xwe de Hêvînê bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê  de û wiha got: “Di serî de em vê roja pîroz li hemû pakrewanên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin.  Ev roj ji bo me xwedî  weteyek mezin e,  ji ber ev roj roja ku hebûn û dîroka me dide diyarkirin.  Di destpêka  şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê  hat destpêkirin, weke tevgera ziman me bi gurûpên biçûk li malên  xwe dest bi perwerdekirina xwe kir. Ev jî bi saya têkoşîna ku me dida meşandin li hember zihinyeta netewperest e. Her mirovekî ku di destpêkê de tevlî  xebat û pêşxistina ziman bû, armanca xwe ya sereke ew bû ku zimanê kurdî  bi nivîs û xwendina di nava civakê de were belavkirin. Zimanê kurdî wekî xezîneyeke dewlemend e û divê tevahî civaka kurd xwedî lê derbikeve.” 
 
‘Xeyalê me bû ku em rojekê bê tirs bi zimanê xwe biaxivin’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvîn bal kişandi ser guhertin û veguhertinê ku di zimanê kurdî de di van salên dawî de çêbû ye û wiha got: “Bi saya ked û xebata ku hate dayin me gelek guhertin di şoreşa ziman de çêkir. Xeyalê me bû ku em rojekê bê tirs bi zimanê xwe biaxivin.  Me bawer nedikir ku rojekê wê  dibistan, zanîngeh, paymangeh bi kurdî were vekirin. Ev yek jî bi israra mirovê kurd hat bidestxistin. Me bi tîpan dest pê kir û niha  her tiştên me  bi zimanê kurdî ye. Di aliyê mamosteyan de gelek pêşketin hat çêkirin. Em dixwazin  asta perwerdeyên xwe  hîn bilindtir bikin.”
 
‘Me zimanê xwe ji helandinê parast’
 
Hêvîn destnîşan kir ku di aliyê parastina ziman de rola herî girîng dikeve ser milê malbatê û wiha got: “Divê malbat bêhtir bi zarokên xwe re elaqedar  bibin û pêwistiya fêrbûna ziman bi zarokên xwe bidin fêmkirin.  Gelek êrîş ser civaka me hatin kirin armanca wan jî ew bû ku ziman û çanda me bi me bidin jibîrkirin, berovajî wê me dikarîbû zimanê xwe ji helandinê biparêzin.  Ji bo wê pêwist e em zarokên civaka kurd nifşên pêşerojê fêrî ziman bikin, da ku zimanê me zindî bimîne.”
 
'Divê hemû kurd zimanê kurdî derxin asteke bilind'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvîn bang li hemû mirovên civaka kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Zimanê me her bi helandinê re rû bi rû mabû, divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev qîmetdayina zimanê kurdî divê ne tenê ji bo rojekê be divê her roj parastina zimanê kurdî bê kirin û kurd ji bo zimanê xwe israr bikin.”