TMMOB: Wê nikaribin rihê me yê berxwedêr biguherin

  • 09:06 14 Gulan 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka Şaxa TMMOB’ê  Nevruz Kayran diyar kir ku sedema êrîşên AKP’ê, ji ber sekna muxalîf a endaman û rêxistibûna wan diqewime û got: “Çi dibe bila bibe wê têkiliya navbera endaman, rêzdarî, azadîxwaz, baweriya aştiyane û rihê berxwedêr yê me neguherîne.”
 
Serokomar Tayyîp Erdogan di navde Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) jî heye odeyên pîşeyî hedef girtibûn. Der barê mijarê de Hevseroka Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB’ê (MMO) ya Amedê Nevruz Kayran nirxandin kir. Nevruzê da zanîn ku li gorî rêziknameya esas, TMMOB û odeyên girêdayê wê saziyên pîşeyî yên cemawerî ne û kar û bar, rayeyan di hewîne û ev rêziknameya esas jî li gorî qanûna hejmar 6235 a TMMOB’ê hatiye amadekirin.
 
‘Parastina çavkaniyên welat di nav armancan de ye’
 
Nevruzê armanca TMMOB û odeyên girêdayê wê vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armanca me ya herî mezin ev e ku berjewendiyên welat bên parastin, çavkaniyên xwezayî yên welat bên parastin. Ligel vê di kar û barê der barê pîşe û berjewendiyên wê de jî, bi merciyên fermî û saziyên din re hevkarî tê kirin, pêşniyar tên kirin. Ev jî di nava armancên me de ne.”
 
‘Hikûmet ji xebatên me nerehete’
 
Nevruzê bi lêv kir ku sedema esas a êrîşa li hember TMMOB’ê; sekna muxalîf a endaman û rêxistinbûna wan e û ev tişt bi lêv kir: “TMMOB li dijî pêngavên şaş yên hikûmetê tu car bêdeng nemaye û berteka xwe di her platformê de aniye ziman. Hestiyariya me ya li dijî tenduristiya gel, sekna me ya azadîxwaz, anîna ziman a daxwazan, neqebûlkirina qeyûman, xebatên ji bo demokatîkbûnê tên meşandin, hikûmet aciz kiriye. Bi vê guherîna qanûnê jî hewl didin bernameyên TMMOB’ê kêm bikin.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Nevruzê di dawiyê de wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de bibin yek û li ber xwe bidin. Beyî em tedbîrên li dijî vîrusê ji dest berdin, em ê têkoşîna xwe û bertekên xwe bidomînin. Em ê bi aliyên muxalîf re bên cem hev û ji bo qanûn neyê guhertin em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Bijî rêxistinbûna me ya TMMOB’ê.”