Remziye Tosûn: Tundiya li ser zarokên kurd tê rewakirin

  • 09:03 14 Gulan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer 
 
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku herî zêde zarokên kurd ji êrîşên li ser Kurdistanê ku bi salan e berdewam dikin û wiha got:"Bi taybetî jî di encama êrîşên polis û leşkeran de bi sedan zarokên kurd jiyana xwe jidest dane. Lê dewlet kujerên zarokên kurdan bi polîtîkayên bêcezatiyên derbarê kujeran de mafên zarokên kurd binpê dike û bi vê binpêkirinê re êrîşên li hemberî zarokên kurd zêde dibin."
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, têkildarî polisên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hinceta ku qedexeya derketina derve binpê kirine, bi çekê bera ser pişta zarokan da û li zarokekî bi navê Bahoz da de axivî. Remziye Tosun anî ziman ku li Kurdistanê sedema kîn û nefreta polîs û leşkeran  a li dijî kurdan ji ber zihniyeta desthilatdariyê ye û Ev nefret hêza xwe ji dewletê digire.
 
'Polîs tenê li dijî zarokên kurd bi vî awayî tevdigere'
 
Remziye bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û diyar kir ku herî zêde kesên xizan, penaber, jin û zarok bibandor dibin. Remziye di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ew rastiya pandemiyê xwe li ber kamerayan aşkera kir û wiha got: "Li Nisêbînê zarokên ku li baxçeyên siteya xwe dilîstin bi êrîşên polêsan re rûbirû hatin. Polîsekî bi çekê bera ser pişta zarokan da û li zarokê bi navê Bahoz da. Divê ev mijar ji rêzê neyê dîtin. Ev li dijî gelê kurd polîtîkayên dewletê yên sîstematîk i.n Dîmena kîn û nefreta wan e. Li Rojavayê Tirkiyeyê polis tiştên bi vî rengî nake. Ji ber ku dizane wê çi bê serî. Lê gava li Kurdistanê t wiha çêiştekî bi vî rengî bike ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê wekî leheng tê pêşwazîkirin. Polîs ji ber ku vî tiştî dizanin li ser medyaya civakî şîroveyên ‘zarokên kurdan e, sibê dê bibin terorîst’ dikin. Li Pişta van gotinan nêzaktiyên nijadperest hene. Van nêzîkatiyan ne tenê bi desthilatdariya AKP'ê destpê kir. Serdema komara tirk de ev nêzîkatî hene."
 
'Tundiya li ser zarokên kurd tê meşrûkirin'
 
Remziyeyê bal kişand ser daxuyaniya ku ji alyê  Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve derbarê bûyerê de hatiye dayîn û wiha got:"Di ser bûyerê re 20 roj derbas bûye û ji bo ku ser bûyerê bê girtin ketine hewldanekê. Lê piştî dîmen li ser medyaya civakî belav bû gelek bertek hatin nişandan. Ji ber berrtekan bi lez û bez Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ji bo sergirtina bûyerê daxuyaniyek da. Lê di daxuyaniyê de Ji bo zarokan gotin 'kevir avêtiye' û bi wî awayî tundiya li ser zarokên kurd meşrû kir. Zarokê bi navê Bahoz ku polis lê daye jî zarokekî astengdar e. Lê bi her awayî kîn û nefreta wan li dijî kurdan heye."
 
'Sîyasetek ji bo tunekirina kurdan dimeşînin'
 
Remziye diyar kir ku desthilatdariyê dema ku dîmenên bi wî awayî li Filistînê hatibûn dîtin Îsraîlê dijminê mirovahiyê îlan kiribûn. Lê dema em dîmenên ku li Nisêbînê hatin dîtin dinihêrin rewşa Tirkiyeyê jî ji ya Israîlê cudatir nîne. Remziye wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di demên dawîn de xuya dike ku tîfaqa AKP-MHPr’ê ji beriya vîrûsê de sîyasetek ji bo tunekirina kurdan dimeşînin. Ger ku Tirkiye têkoşîna li şûna kurdan ji bo vîrûsa koronayê bidaya wê bi bîlançoyek wiha giran re rûbirû nehata. MHP'ê ku şirîka desthilatdariyê ye bila baş bizane ku çiqas êrîşên xwe berdewam bikin jî Gelê Kurd wê gavekê jî ji têkoşîna xwe paşve navêje."
 
‘Bi sedan zarok bi tundiyê re rûbirû mane’
 
Remziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji 40 salî zêdetir e li herêmê şer tê meşandin û ji vî şerî jî herî zêde zarok bi bandor dibin. Remziyeyê anî ziman ku zarok careke din li ber çavê civakê bi tundiya polîsan re rûbirû mane û wiha berdewam kir: “Bi taybetî ji ber hêza ne wekhev a polîsan bi sedan zarokan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran zarok birîndar bûne. Ji bo vê zarokên wekî Ceylan Onkol, Enes Ata, Cemîle, Ugur, Berkîn û bi dehan zarokên din dikare mînak bên dayîn. Lê li gorî qanûnên NY’ê tê gotin ku tundiya li ser zarokan tê wateya binpêkirina mafên wan û tê gotin ku erka dewletan e  ji zarokan re navendeke bê tundî ava bikin.”
 
'Ev nefret hêza xwe ji dewletê distîne'
 
Remziye dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev êrîşa li ser zarokên Nisêbînê herî dawî pêk hat di heman demê de êrîşa li ser Gelê Kurd e û wiha axivî: "Li Kurdistanê sedema kîn û nefreta polis, leşker û zabitayan zabitayên a li dijî zarokên kurd ji ber zihniyeta desthilatdariyê ye. Ev kes hêza xwe ji dewletê digirin û berê xwe didin zarokên kurdan. Em wek HDP ji bo rakirina vê kîn û nefretê dev ji têkoşîna xwe bernadin."