Em pere û TOKÎ’yan naxwazin em xaniyên xwe dixwazin!

  • 09:02 14 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Welatiyên Surê ên ku piştî têkoşîna rêveberiya xweser, xaniyên wan ji aliyê hikumetê ve hatine desteserkirin û hilweşandin daxwaza xaniyên xwe kirin. Welatiyan dan zanîn ku heta xaniyên wan neyên dayîn ew ê têbikoşin.
 
Di sala 2015’an de, di encama şerê rêveberiya xweser de hikumetê OHAL ilan kir û bi wê re gelek xanî li herêmê hehatin desteseinkirin û piştre jî hatin hilweşandin.  Di navbera rayedarên hikûmetê û welatiyan de peymanek hat îmzekirin ku wê xanî bên nûkirin û ji welatiyan re bên dayîn. Piştî peymanê, lê Midûryeta Jînêgeh û Bajarvaniyê ev peyman yekalî betal kir. Welatî ji bi armanca protestokirina vê biryarê di 8’ê Gulan ê de li ber avahiya Midûryeta Jîngeh û Bajarvaniyê kombûn û gotin ew vê biryarê qebûl nakin. Malbatên hatine mexdurkirin ji ajansa me re axivîn û dan zanîn ku ew ê avahiya bav  û kalen xwe ji wan re nehêlin.
 
‘6 Salin hikumet me mexdûr dike’
 
Ayşe İlgin ya ku li Taxa Gazî Paşa ya Surê  xaniyê wê hebû diyar kir ku xaniyê wê ji aliyê hikumetê ve hatiye desteserkirin û ev tişt got: “Me û zarok xwe me jiyana xwe di wan xaniyan de wan kuçeyan bihurand. Em xaniyên xwe dixwazin. Ev 6 sa in hikumet me mijul dike û mexdûr dike. Ne destur didin em avahiyan bibînin ne ji didin me. Lewra tapoyên wan di destên me de ne. Gotin ‘em ê xaniyên we bidin we’, lê hîna nedane.  Niha ji peymana bi me re kirine yek alî betal kirine. Dibêjin ‘TOKÎ’yan bistînin’. Lê ez xaniyekî din naxwazim. Min xaniyê xwe û paşeroja xwe dixwazim. i xaniyên me nefroşin kesên dewlemend bila bila bidin me û me mexdûr nekin. Me ne pere ne ji tiştek ji wan ne xwestiye, me mafê xwe erdê xwe xwestiye. Bila serokwezîr û hikumeta ku soz daye me li pişt soza xwe bisekinin.” 
 
‘Hikumetê xaniyên me xirakirin’
 
Meryem Gormuş jî da zanîn ku xaniyê wê bi tu şêweyî zerer negirtibû. Meryemê da zanîn ku piştî OHAL ê xanî ji aliyê hikumetê ve hat xirakirin û bi van gotinan berteka xwe da nîşandn: “Xaniyê min weke qereqol bi kar anîne û dema karê wan pê qediya jî xirakirin.  Ger ku xaniyê min hatibe xirakirin jî ez arsaya xwe divêm. Em cihekî din naxwazin. Me hevpeymanek îmza kir. Lê hevpeymana me betal kirin û dan zanîn ku ew ê tiştekî ji nedin me û gotin mafê we yê  bijartinê tune ye. Niha dibêjin emê TOKÎ’yan bidin we. Em ne TOKÎ’yan dixwazin ne jî xaniyekî din. Em ersaya xwe dixwazin. Ji xwe bi salan e me mijul dikin. Tişta ya me ye nadin me û bi zorê desteser kirine. Heta ku nedin me em ê têbikoşin. Em mafê xwe dixwazin. Erseyên xwe dixwazin. Bila hikumet me ne şêlîne.”