ROJEVA 14’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 14 Gulan 2020
  • Rojev
*Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif derbarê yekrêziya Kurdî de nirxandinên girîng kirin û da zanîn ku ew dikarin bi yekîtiyê xwe biparêzin û pêşeroja xwe ava bikin û got: "Em dikarin bi yekîtiya neteweyî peymana Lozanê û Sykes Picot têk bibin."  DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên Surê ên ku piştî têkoşîna rêveberiya xweser, xaniyên wan ji aliyê hikumetê ve hatine desteserkirin û hilweşandin daxwaza xaniyên xwe kirin. Welatiyan dan zanîn ku heta xaniyên wan neyên dayîn ew ê têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku herî zêde zarokên kurd ji êrîşên li ser Kurdistanê ku bi salan e berdewam dikin û wiha got:"Bi taybetî jî di encama êrîşên polis û leşkeran de bi sedan zarokên kurd jiyana xwe jidest dane. Lê dewlet kujerên zarokên kurdan bi polîtîkayên bêcezatiyên derbarê kujeran de mafên zarokên kurd binpê dike û bi vê binpêkirinê re êrîşên li hemberî zarokên kurd zêde dibin." BI DÎMEN
 
*Dayika girtiyê bi navê Harun Sînîm yê li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtî ye, Sabriye Sînîm da zanîn ku kurê wê 28 sale girtî ye û ji ber surgunkirina kurê xwe bajar bi bajar geriyaye.
 
*Hevseroka Şaxa TMMOB’ê  Nevruz Kayran diyar kir ku sedema êrîşên AKP’ê, ji ber sekna muxalîf a endaman û rêxistibûna wan diqewime û got: “Çi dibe bila bibe wê têkiliya navbera endaman, rêzdarî, azadîxwaz, baweriya aştiyane û rihê berxwedêr yê me neguherîne.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê êrîşên li dijî goristanan dan û diyar kirin ku ev pêkanîn dij mirovî ne û wiha gotin: “Nefret û kîna xwe ya li hember kurdan wisa nîşan didin. Wê zarokên me bibin kabusên we. Hun çi dikin bikin hun ê winda bikin.” BI DÎMEN
 
*Hîndekar Elîf Gemîcîgolu balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha got: “Yek ji sedema ku kurdî bi tunebûnê re hatiye rû hev eve ku, fikra wê zarokê min li dibistanê serkeftî nebe ye. Ev fikrek şaş e. Ev zarok dema zimanê xwe fêr bike, zimanên din bi hêsanî fêr dibe.”
 
*Helbestkar Evîndar Kurdistan diyar kir ku helbest qêrînîya bêdengiya dil, serhildana hîs û peyvên negotî, sirûda hevpar a xem û xweşiyê ye û wiha got:"Bi taybet li ser me kurdan, cihekî cuda û bandoreke mezin a helbestê heye. Em kurd li gor gelê cîhanê hinekî din helbestî ne. Ji ber bedewî û bindestiya welatê xwe, her kurdeke xwenas helbesteke xwe heye. Mînak gelek kal û pîrên me yên xwendin û nivîsandina wan jî tune ne, bandora helbestê li ser wan gelek zêde ye û bi rengekî helbestkarî vegotinên wan mirov dikare bibîne."
 
*Jina bi navê Şemsa Mihemed Bekir teqez kir ku Şoreşa Rojava di jiyana jinên Ereb de guhertinên gelekî mezin û bi wate da çêkirin û got: "Şoreşa Rojava enerjiya me ya veşartî derxiste holê.”
BI DÎMEN
 
*Ji Rêveberiya Pêkhateya Dibistanê ya Bajarê Helebê Hêvîn Ebdo, bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî  wiha dibêje: “ Roja 15’ê Gulanê xwedî wateyeke pir mezin e. Zimanê Kurdî xezîneyeke dewlemend e û divê tevahî civaka kurd xwedî lê derkevin. Xeyalê me bû em bi zimanê xwe biaxivin û ev xeyal pêk hat.” BI DÎMEN