CÎSST: Rûpoşan bi pere didin girtiyan

  • 15:21 13 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Li gorî rapora CÎSST'ê ya ji giliyên 72 girtîgehan hatî girtin, li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye û ji bo girtiyên ku rojî nagirin jî xeynî fitar û paşivê xwarin nayê dayîn, rûpoş bi pere didin girtiyan.
 
Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), derbarê giliyên ku di navbera 29 Nîsan - 12'yê Gulanê de ji 72 girtîgehên cuda ji wan re hatin kirin, kir rapor. CÎSST'ê mijara raporê ji raya giştî re aşkera kir. 
 
Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin pirsgirêka girtîgehan wiha ne: 
 
“* Li hin girtîgehan tenê dervê girtîgehê tê îlackirin. Qadên hevpar ên girtî lê dimînin nayê îlackirin. 
 
* Li gelek girtîgehan bi rêk û pêk haqijî nayê kirin. Girtî bi derfetên xwe qadên hevpar ên girtîgehê paqij dike. Girtî tenê qawişên xwe paqij dikin. 
 
* Li gel ku hinek qawîş nayên dezenfektekirin jî wekî ku qawîş hatibin dezenfektekirin bi girtiyan kaxizan didin îmzekirin. 
 
* Li hin girtîgehan gardiyan li gorî sînorî fîzîkî tev nagerîn û nêzî girtiyan dibin. 
 
* Li hin girtîgehên vekirî, xwaringeh paqij nayê amadekirin û gelek girtî li xwaringehê xwarin dixwin. 
 
* Rêveberiyên hin girtîgehan dema sabûn û ava cilan belav dike, li hin girtîgehan bi pereyan belav dike. 
 
* Li hin girtîgehan pereyên rûpoşan ji girtiyan dixwazin. 
 
* Malzemeyên paqijiyê bi pereyan difiroşin girtiyan. 
 
* Dem bi dem avê ji ser girtiyan qut dikin. Avê bi sînor didin girtiyan. 
 
* Piştî girtîgehên vekirî bi sedema destûran hatin valakirin, di xwarinê de pirsgirêk derdikevin. Xwarin kêm, bê qalîte û ne paqij tê amadekirin. 
 
* Li hin girtîgehan bi hinceta vîrûsê sebze û fêkî nadin girtiyan. 
 
* Bi meha remezanê re ji xeynî xwarina fitar û paşîvan nadin girtiyên bê rojî. 
 
* Girtiyên nexweş ji ber ku dema diçin nexweşxaneyê di vegerê de 14 rojan qerantînayê de digirin, êdî naxwazin biçin nexweşxaneyê. 
 
* Li hin girtîgehan girtî rastî tundiya derûnî û muameleya xerab tên. 
 
* Li hin girtîgehan şandina name û daxwaznameyan tên astengkirin. Rojname û nameyan nadin girtiyan."