Kesên ‘nasnameya wan ne diyar’ êrîşî goristanê kirin

  • 14:53 13 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku ji aliye hin kes an jî kesên nenas’ ve êrîşî Goristana Başakê ya Silopiyê hatiye kirin û li ser dîwarên gorîstanê jî nivîsên tehdit dikin hatine nivîsandin.
 
Di demen dawiyê de êrîşên li hemberî goristanan zêde dibin. Êrîşek din jî li hemberî Goristana Başakê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê pêk hat. Hat diyarkirin ku ni aliyê ‘kes an jî kesên nenas ve’ li ser dîwarê goristanê jî nivîsên tehdit dikin hatine nivîsandin.