''Gelo hilweşandina goristanan di ola îslamê de heye?'

  • 14:52 13 Gulan 2020
  • Rojane
RIHA - Li dijî êrîşên li hemberî goristanan Rêxistina HDP'ê ya Rihayê daxuyaniyek da û gotin: "Em ji wan dîndarên we dipirsin? Hilweşandina goristanan di ola îslamê de heye gelo? Di ola îslamê de îşkence heye gelo? Di ola îslamê de astengkirin û êrîşa li dijî merasîman heye gelo? Bêdengiya li hember hilweşandina goristanan erêkirina sûc e." 
 
Li dijî êrîşên li hemberî goristanan Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan jî beşdarê civînê bûn. 
 
Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku êrîşa li dijî goristanan berdewama polîtîkaya şerê tê birêvebirinê ye û got: “Miriyên di wan goran de ji bo me ne mirî ne. Raman û jiyana wan di nava xelkê me de li ser pêya ye û dê her dem bijîn. Êrîşî nirxên giranbûha yên gelê kurd dikin. Êrîşkirina goristanan wê tu serkeftinê nexe destê wan. Êrîş hêrsa Gelê Kurd zêdetir mezin dike. Wê gelê kurd li dijî van êrîşan paş de gav neavêje. Wê li dijî faşîzmê jî têkoşîn her dem mezin bibe.”
  
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner jî da zanîn ku têkildarî hilweşandina goristanan wiha got: “Dixwazin bi êrîşan rewşê asayî bikin. Hilweşandina goristanan pirsgirêka civakê ye. Em ji wan dîndarên we dipirsin? Hilweşandina goristanan di ola îslamê de heye gelo? Di ola îslamê de îşkence heye gelo? Di ola îslamê de astengkirin û êrîşa li dijî merasîman heye gelo? Bêdengiya li hember hilweşandina goristanan erêkirina sûc e. Werin em hemû bi hev re li dijî pêkanînên dij mirovane yên îqtîdarê û polîtîkaya wan despot dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”