'Em destûrê nadin carek din zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû bimînin'

  • 14:07 13 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Di têkildarî efûkirina êrîşkaran de Meclîsên Jinan ên HDK'ê daxuyaniyek da gotin: "Bi efûyê dixwazin tacîz û tecawizê rewa bikin û rê li pêş zewaca zarokan vekin. Bi efûkirinê zarok dê cara duyem bi êrîşa zayendî re rûbirû bimîne. Em bang li îqtîdarê dikin ku dest ji vê guhertinê berdin."
 
Meclîsên Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li dijî plan û polîtîkayên AKP û MHP’ê yên ku dixwazin piştî zagona înfazê, pêşnumeya Efûya Êrîşa Zayendî bînin rojeva meclîsê, li pêş Navenda Giştî ya HDK'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kesên din amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Hûn bi zewacê nikarin êrîşa zayendî paqij bikin" vekirin û daxuyanî dan. 
 
Hevberdevka HDK'ê Îdil Ugurlu, diyar kir ku gel hem li dijî şewbê û hem jî li dijî êrîşa zayendî têdikoşe û wiha got: "Bi zagona înfazê girtiyên siyasî û rojnameger li dervê zagonê hiştin. Bi vê zagonê sûcdarên ku sûcê li dijî jinan kirine serbest berdan an jî cezayê wan kêm kirin. Mafê jinan ê jiyanê di pêvajoya şewbê de jistin talûkeyê."  
 
Îdîl, da zanîn ku îqtîdar dixwaze êrîşkarên zarokan bi zagonê efû bike û vê yeke jî bi destê rêxistin û çapemeniya nêzî xwe rewa dike û wiha got: "Em wekî meclîsa jinan, destûr nadin ku ev zagon li meclîsê bê erêkirin. Em ê li dijî vê efûya êrîşkarên zayendî bin. Zagon pir aşkere dê bersûc û êrîşkaran serbest berdin. Dê zarokan bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Kesê sûcdar ê li girtîgehê dê wekî 'Mêrê zarok' vegere malê. Dê bi zewacê sûcê tecawizê paqij bikin. Bi vê yekê cara duyemîn dê zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû bê."
 
Îdîl, anî ziman ku bi efûyê dixwazin tacîz û tecawizê rewa bikin û rê li pêş zewaca zarokan vekin û got: "Em bang li îqtîdarê dikin ku dest ji vê guhertinê berdin. Em dixwazin ji bo zarokan tedbîrên parastinê bên pêşxistin."