Bandora pêvajoya pandemiyê li ser zarokan zêdetir e

  • 09:13 13 Gulan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Derûnnas Berfîn Zelal Kabak anî ziman ku di vê pêvajoya pandemiyê de herî zêde zarok bibandor dibin û diyar kir ku divê malbat div aliyî de baldar bin û di nav malê de bi zarokên xwe re cûr bi cûr bernameyên ji bo pêşxistin û têkilidanîna wan pêş bixin.
 
Şewba koronayê (Covîd -19) ku hemû cîhan kir hundirê malan, wekî her kesî li ser zarokan jî bibandor bû. Zarokên ku wexta xwe li dibistan û li cihên din derbas dikirin, niha tenê bi mal ve sînordar in û ew jî dibe sedema acizbûna wan. Ji ber vê yekê malbat ji bo ku zarok aciz nebin berê wan didin teknolojiyê û zarok zêdetir bi tekonlojiyê ve tên girêdan. Derûnnas Berfîn Zelal Kabak derbarê pêvajoyê û bandora wê li ser  di der barê di vê pêvajoyê de li ser derûniya zarokan nirxandin kir.
 
'Ev pêvajo li ser zarokan zêdetir bandor dike'
 
Derûnnas Berfîn diyar kir ku pêvajoya pandemiyê çiqas li ser me bandor bibe li ser zarokan hîn zêdetir bandora xwe nîşan dide û wiha axivî: “Divê em vê rewşê ji zarokan re bi zimanekî uncav rave bikin. Ji ber ku her ku di her temenî de  cûreyên berteka zarokan cudatir e. Di heman deme de zarok ji ber tarzên xwe jî dikarin ji vê rewşê bi bandor bibin. Ji ber ku zarok êdî ji ber vê pêvajoyê naçin dibistanan, bi hevalên  xwe re listikan nalîzin û nikarin biçin derve. Li cihê wan tiştan zarok jî  êdî  di hundirê malê de ne û perwerdeya xwe bi awayê online dibînin. Her wiha êdî bi hevalên xwe re jî bi rêya telefonê têkîlî datînin. Ev hemû tişt li ser  derûniya zarokan bandorê dikin. Dê û bav divê pêşî fikar û tirsên zarokan xwe fam bikin û ji vî aliyî de bi awayekî erênî bi wan re biaxivin wê baştir be. Ger ku fikarên wan negirin ber çavan wê deme tirsa wan wê zêdetir be. Ji ber pêvajoyê zarok zêdetir aciz dibin ji  ber vê yekê jî malbat bere wan didin aliye teknolojiyê ye. Her wiha zarok bi rêya alavên teknolojiye dikarin rastî her cûreyên dîmenan bên û ew jî li ser derûniya wan bandorek piralî pêk tîne.”
 
'Divê dê û bav bi zarokên xwe re aktîvîteyan pêk bînin'
 
Berfînê, destnîşan kir ku dê û bav divê pêşî tevgerên zarokan temaşe bikin û wiha got: “Zarok di vê pêvajoyê de helwestên wek; girî, tirs, fikar û nediyarî dikarin nîşan bidin. Bi taybetî jî zarokên ku kêmaniya baldariyê, hîperaktîf û otistîk di vê pêvajoyê de di mal de dikarin êrîşkar bibin. Her wiha zarok di vê pêvajoyê de dikarin tim li ser alavên teknolojik bisekînin, zêde xwarinê bixun an jî nexwin hwd. Di van rewşan de bi taybetî ger ku xwişk û birayên zarokê tune be divê dê û bav ligel zarokên xwe aktîvîteyên cur bi cûr pêk bînin. Di nav malbatê dê listîkên ku têkîlîyan pêş dixin, her wiha bernameyên xwendinê an jî ji bo geşedana zarokan cûr bi cûr bernameyan dikarin biafrînin. Lê berî her tiştî divê ji zarokên xwe re bibin wek model. Ango dikarin bi hev re xwarinan çêkin an jî egzersîzan bikin."
 
'Alavên teknolojîk bandor'ên piralî dikin’
 
Berfînê anî ziman ku ger ku zarok hertim wextên xwe bi tablet, komputêr û telefonê derbas bikin wê vekîşîn hundirê xwe. Berfînê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Alavên teknolojik li ser derûniya zarokan bandorek piralî pêk tînin. Ji ber ku dîmenên ku temaşê dikin naverokên wan ne diyar e.  Divê malbat ji bo zarokên xwe bibin wek model û herî zêde 2 an jî 3 saetan bi teknolojiye re  mijûlî bibin.  Ji ber ku ev paşê ji bo zarokan êdî dibe hînbûn. Ji bo pêşîgirtina wan divê di nav malbatê de bi awayekî bernameyên plankirî bên çêkirin. Her wiha gotinên malbatan ên erênî jo bo zarokan bi wan re bixwebaweriyê çêdike."
 
'Divê tirs û fikarên zaroken kêm bikin'
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo piştî vê pêvajoyê li ser derûniya zarokan bandorên neyînî pêk neyên divê ji zarokan re ragihînin ku ev pêvajo wê derbas bibe û wiha dawî li  anî axaftina xwe anî: "Niha di vê pêvajoyê de di çarçoveya tevdîran de zarok gelek destên xwe dişon û ev piştre êdî dibe hînbûn. Dema ev destşûştin zêdetir bû di pêşerojê de xwe bi nexweşîya obsesyonê de nîşan dide. Ew jî  bi zarokan re panîk, obsesyon û xerabûyina ankîsîyetê pêk tîne. Ji ber van sedemam divê tirs û xofa  zarokan kêm bikin û têkiliya zarok û dê-bav xurttir be."