Eyşe Hiso: Yekîtiya navxweyî mîsogeriya hebûn û hêza Gelê Kurd e

  • 09:06 13 Gulan 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, derbarê  pêwistiya yekrêziya partiyên kurdî nirxandin kir û wiha got: "Sîstemên ku Kurdistan dagir kirine tîfaqa wan a yekem li dijî kurda ye.  Pêwist e  xalên ku me ji hev dûr dixe em  bidin alî û xalên ku me digihîne gel hev em ji bo wan têkoşîn bikin, ji tecrûbeyên  berê  em fêr bibin û yekîtiya xwe ava bikin." 
 
Mijara yekîtiya Gelê Kurd xaleke girîng e. Bi sala ye ku pilanên dijminan ser Gelê Kurd tê meşandin û wan ji hev parçe dikin. Pêwist e êdî  kurd berjewendiyên kesayetî, nakokiyên biçûk bidin alî û yekîtiya xwe ava bikin. Li ser vî esasî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di hevdîtina xwe ya dawiyê bi riya telefonê ji bo girîngiya yekrêziya kurdî peyam da. Her çiqas civakek ji hev parçe be, bi yekîtiyê re hêz û hebûna  xwe mayinde dike û tu kes nikare serweriya xwe ser wê civakê bide meşandin. Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, derbarê  pêwistiya yekrêziya partiyên kurdî de nirxandin kir  û ji  me re parve kir.
 
‘Pêwist e em bi yekîtiyeke  xurt beramberî pilanên dijminan derkevin'
 
Eyşe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina dawî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê re û sedemên ku heya niha yekîtiya kurdan pêk nayê û wiha pê de çû: "Weke ku tê zanîn ji roja ku Rêber Apo dîl hatiye girtin, ev cara yekemîne ku bi malbatê re diaxive. Rêber Apo beriya çend salan teqez kiriye ku tifaqek di navbera wî û Idrîs Berzanî  de ji bo yekîtiya kurdî ser deh xala çêbûye, ji bo wê Rêber Apo balê pir dikşîne ser yekîtiyê.  Pirsgirêkên ku di navbera kurdan  de hatine jiyîn û parçekirinên di navbera patiyên siyasî yên kurd e, li hember wê her me têkoşîna avakirina yekîtiyê  daye meşandin. Em hemû dizanin êdî pilanên  dewleta tirk a ku dixwaze ser kurdan bide meşandin, piratîk bû.  Dewleta tirk Gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû hişt, di dema referandûmê de jî siyaseta wê ya qirêj li pêş bû, ji xwe herî bêtir jî  Rojavayê Kurdistanê zerar ji pilanên wan dît. Dewleta tirk dixwaze kurdan bîne beramberî hev û şerê birakujiyê pêş bixe.  Ji bo wê  pêwist e ji tecrûbeyên berê em fêr bibin û yekîtiya xwe ava bikin. Sîstemên ku Kurdistan dagir kirine tifaqa wan a yekem li dijî kurda ye.  Ji bo wê nakokiyên mezin jî hene , lê dema mijar dibe kurd li hev dikin û şerê tunekirina me dikin. Pêwist e em bi yekîtiyeke xurt beramberî pilanên dijmina derkevin û peyama pîroz a Rêber Apo  pêşwazî bikin." 
 
'Armanca dijminan ew e ku kurdan bîne beramberî hev’
 
Di dewamiya gotinên xwe de Eyşe pêwîstiya kurdan bi yekîtiyê nirxand û wiha domand:  "Rêber Apo dibêjê  ku divê şerê birakujiyê li her çar parçeyên Kurdistanê tune  be, ji ber armanca dijmin ew e ku me bîne beramberî hev. Di rewşa heyî de ya giştî li Rojhilata Navîn em her kes dizanin ku sîstemên desthilatdar yên ku dixwazin nexşerêyeke nû ji bo tevahî Rojhilata Navîn ava bikin, li gor berjewendiyên xwe  û projeyên xwe tev digerin. Di nav de weke hêzeke herêmî dewleta tirk dîsa vê pêşengtiyê dike. Di Rojhilata Navîn a nû de her kes dixwaze li gor berjewendiyên xwe projeyan ava bike. Ji bo wê jî dema  li Rojavayê Kurdistanê projeya demokrasiyê  hatiye pêşkîşkirin û di nav de jî hebûnek çêbûye, ev li xweşiya Tirkiyeyê û sîstemên ku Kurdistan dagir kirine nehat. Di aliyê netewê kurd e weke gel  kêm zêde yekîtiyek hatiye avakirin. Ger em şerê Şeladizê bînin bîra xwe, yanî şerê Efrînê û Serêkaniyê xeteriya ku niha li Zînê Wertê derdikeve pêş  ji hev ne qut in. Pêwîst e partiyên siyasî, sîstemên bi bandor li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê  Kurdistanê vê xeteriyê bi yek çavî bibînin. Ger em van xeteriyan bi hev re nebînin  em ê bedelên mezin bidin. Ji bo wê bûyerên ku li Zîne Wertê jî çêdibin bi zanebûn e. Ji bo ku şerê kurdan careke din çêbibe, da ku axa Kurdistnê bi temamî dagir bikin û xwesertiya kurdan, mafê wan û hebûna wan ji holê rabikin, dagirker siyaseteke qirêj didin meşandin. Bi qasî ku sedsala 21’an ji bo kurdan sala serkeftinê ye, gerek em jî di wî alî de hişyar bin û têkoşîna xwe weke kurd  li beramberî dagirkeriyê bidin meşandin."
 
'Projeya netewa demokratîk ne ya partiyekê ye, ji bo tevahî gelan e'
 
Eyşe li ser girîngiya projeya netewa demokratîk nêrînên xwe anî ziman û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha netewa demokratîk hatiye avakirin,  ew jî xwe dispêre  fikrê Rêber Apo ji bo azadiya tevahî gelan.  Projeya netewa demokratîk ne ya partiyekê ye, an jî netewek û yan jî beşekê ye berovajî wê ya tevahî gela ye.  Aliyên me yên  ku kêm mane em bêtir rêxistina wê fireh û mezintir bikin.  Ji bo wê di kongreya me ya 8’emîn de ya Partiya PYD’ê yek ji xalên ku em li ser sekinî ne rêxistineke xurt  em ava bikin û di heman demê de  saziyên Rêveberiya Xweser ser pergala netewa demokratîk xurtir bikin. Em dizanin di sîstema Rêveberiya Xweser de ya ku hatiye avakirin li beramberî wê şerekî pir dijwar hatiye meşandin çi ji aliyê rêjîma Sûriyê de be, yan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve be êrîşeke pir mezin ser vê projeyê heye. Ji ber serkeftina projeya demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê binkeftina projeyên wan ê qirêj e. Projeya demokrasiyê weke xeteriyê ser xwe dibînin û di nava xwe de nîqaşê dikin ku îro ev sîstem weke pergal tê rûniştandin û xeteriyê ser hebûna wan dike. Sîstemên netewperest ser bingeha  tunekirina netewa demokratîk xwe mezin dike. Pêwist e di vê dema hesas de em rêxistina xwe xurt bikin. Rêber Apo li Îmraliyê têkoşîneke mezin dide meşandin ji bo em bikaribin ser axa Kurdistanê sîstema xwe ya demokratîk fireh bikin, xebatekî mezin bikin û yekîtiya xwe ser vê esasê ava bikin."
 
'Ji bo avakirina yekîtiya kurdî em bi israr in'
 
Eyşe bal kişand  ser xebatên PYD’ê yên ji bo pêvajoya avakirina yekîtiya kurdî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji roja ku partiya PYD’ê hatiye avakirin xwedî rol û misyoneke mezin bû, lê em nikarin bêjin ku li ser vê astê sekinandin êdî bes e. Ji bo wê her tim bangawaziya PYD’ê ji bo avakirina yekîtiyê û têkoşîna wê li hember  xeteriyên heyî ser civaka me hebû. Li dijî berjewendiyên kesayetî,  xebateke mezin bû. Bê şert û merc dema em dibêjin ku em diyalogan dest pê bikin ev yek jî israra me ji bo avakirina yekîtiyê dide diyarkirin. Ger ku em yekîtiya xwe ava nekin em ê rê li pêşiya komploya dewleta tirk û sîstemên ku pêve girêdayî vebikin. Piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê  rewşa kesên ku li wir mane pir xerab e. Dixwazin koka kurdan tune bikin, wan ji cih û warên wan koç bikin û herêmekê li gor dîzayina xwe ava bikin. Ji bo wê dema em qala yekîtiya kurdan dikin ne tenê em qala yekîtiya ser esasê partiya dikin, yekîtiya ku em qala wê dikin divê birdozî be, bi bîr û bawerî be. Dema ku êrîşek ser herêmeke kurdan tê, mirov dibîne ku hevgirtina vî gelî heye û gelê me yekîtiya xwe ava kiriye. Pêwist e Gelê Kurd bi taybet, banga yekîtiyê bike. Ji bo wê rol û misyona gel di vê pêvajoyê de pir mezin e." 
 
'Bi rihê yekîtiyê û li ser esasê berjewendiyên gel em yekîtiya xwe ava bikin' 
 
Eyşe di dawiya gotina xwe de ev tişt got: "Tevî xalên heyî yên ku me ji hev dûr dixe weke partiyên siyasî, lê xalên ku me dighîne ber hev bêtir in. Ji bo wê pêwist e  xalên ku me ji hev dûr dixe em  bidin alî û xalên ku me digihîne gel hev em ji bo wan têkoşîn bikin. Bi rihê yekîtiyê û ser esasê berjewendiyên gel em yekîtiya xwe ava bikin.  Dijbertiya ku li hember kurdan tê kirin, li ber çavan diyar e.  Sedsala 21'an sedsala serkeftin û hebûna Gelê Kurd e. Li ser vê esasê em nêzî hevdu bibin  û yekîtiya xwe ava bikin. "