'Bi tecawizkar re zewicandin dîsa tê wateya domandina tecawizê'

  • 09:05 13 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji Platforma Jinan a Şahmaran Gulîzar Îpek diyar kir ku bi rêya zewacê dixwazin tecawizkaran efû bikin û ev tişt tê wateya îstîsmara duyemîn û got: “Desthilatdariyê ev vîrûs ji xwe re kir derfet û nêzîkatiya xwe ya li hember jin û zarokan carek din danî holê. Çi dibe bila bibe em ê heta dawî têbikoşin.”
 
Qanûna înfazê bi dengên AKP û MHP’ê di 15’ê Nîsanê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di dema nîqaşên qanûnê de ji xalên din lê bên zêdekirin parlamenterê AKP’ê pêşnûme qanûn dabû. Ev pêşnûme qanûna mijara gotinê jî ji bo gumanbarên êrîşkarên zarokan, bi riya zewacê efûyê tîne. Ev qanûn di 2016’an jî hat rojevê û bi têkoşîna jinan vekişiya bû. Bertekên jinan li dijî vê didomin.
 
‘Di bin navê zewacê de tecawizkar tê efûkirin’
 
Ji Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Gulîzar Îpek, destnîşan kir ku desthilatdariyê ev pêvajo veguheriye derfetê û pêşnûme dîsa aniye rojevê û AKP her tim vê dike. Gulîzarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî metnê divê mexdûr 14 salê xwe tije nekiribe, di navbera mexdûr û gumanbar de herî zêde 15 sal hebe û di rewşa ku bi mexdûrê re bê zewicandin de wê cezayê gumanbar bê taloqkirin. Qanûneke wisa ya ku tê plankirin bêguman tecawizkar efû dike û îstîsmarê efû dike. Her wiha ev zewaca zû jî rewa dike. Zewaca zû jî tê wateya êrîşa zayendî. Tê wateya ku zarok bi gumanbar e neçar e bijî.”
 
‘Wê rê li ber encamên giran vebike’
 
Gulîzarê diyar kir ku peywira dewletê eve ku zarokan biparêze, fêdeya zarokan li ber çavan bigire, pêşî li zewacên zû bigire. Gulîzarê wiha got: “Di rewşa ev pêşnûme bibe qanûn, wê gumanbar vegere mala zarokan rastî êrîşa zayendî hatiye, wê zarok seranserê jiyanê di alî zayendî, aborî, civakî û psîkolojîk de mexdûr bibe û rastî travmayê bê. Wê pisgirêkên tenduristiyê bijîn, wê ducaniyên nayên xwestin pêk bên û her wiha wê ev bibe sedema qetilkirin û întîxaran. Yanî wê ev li ber encamên gelek giran yên civakî vebike.”
 
‘Ev nêzîkatiya li hember jin û zarokan nîşan dide’
 
Gulîzarê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ev qanûn sûcekî li dijî destnedana zayendî ye û wiha dawî lê anî: “Divê neyê jibîrkirin ku ev sûcekî li dijî destnedana zayendiye. Êrîşên zayendî û sûcên şîdetê ji polîtîkayên serdest yên mêr ne cudane. Ev jî nêzîkatiya li hember jin û zarokan nîşan dide. Em jin wê heta dawî mafên xwe biparêzin û têdikoşin.Em rêxistinên jinan tu car van qanûnan qebûl nakin.”