'Tu gotin nikare ked û têkoşîna me ya afirandina jiyanê ya li Serêkaniyê vebêje'

  • 09:03 13 Gulan 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo - Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Kurda Êzidî Besîma Dawûd,  ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li Serêkaniyê neçarî koçberiyê bû. Besîmayê got: "8'ê Adarê roja bidestxistina mafê me ye. Ez jî dixwazim ku cîhan dengê me bibihîse. Em bi hev re Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin." 
 
Ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran jin, dayik, zarok û kal û pîr neçarî koçberiyê bûn. 
 
Yek ji wan jinên ku koç bûye jî Kurda Êzidî Besîma Dawûd. Besîma ji gundê Lizga ya girêdayî Navçeya Serêkaniyê ye. Besîma tevî keça xwe ya 11 salî Nêvîn û hevjînê xwe di Kampa Waşûkanî de dijîn.
Besîmayê ked, berxwedan û têkoşîna xwe ya ku di jiyana xwe de li Serêkaniyê daye meşandin ji Ajansa me re parve kir.
 
'Tu gotin nikare ked û têkoşîna me ya afirandina jiyanê ya li Serêkaniyê vebêje'
 
Besîmayê jiyana xwe ya bi hezkirin û têkoşîn afirandiye wiha vegot: "Xwezaya gundê me gelekî xweş bû, çem tê de derbas dibû, me erdê xwe ji gelek rengê şînkahiyan diçand. Di zivistanê de me gelekî zehmetî di aliyê çandiniyê de didît, me pembo diçand û berhev jî dikir. Me bexçeyên payîz û zivistanê jî ji bo debara xwe diçand û hilbirîna wê li xwe û cîrana belav dikir. Me wekî jiyaneke komînal jiyana xwe dewam dikir. Karê me yê gundan wekî çandinî, avdanî, berhevkirina pembo û lêxistina nanê tenûrê û yê sêlê bû, di havînê de ber tavê û zivistanê jî ber baranê bû. Keda me bi westînê bi wate dibû,  em qet jê ne bi gazinc bûn."
 
'Mala min a 30 salan ez lê jiyam niha malbatek çete bi kar tîne'
 
Besîmayê wiha dewam kir: "Heta ku me mala xwe ava kir me xwe ji gelek tiştan bê par hişt. Îro jî ez dixwazim nas bikim ku dewleta tirk a dagirker û komên wê bi çi mafî hatin û mala min ku min bi rondikên çavên xwe ava û mezin kir dagir dikin û mala min bi kar tînin. Dîwarê mala min hilweşiyaye. Bi çi mafî axa ku em li ser dijiyan dagir dikirin? Agahî ji min re hat ku malbatek çete mala min bi kar tînin, niha ez pê dihizirim, dikim dîn bibin."
 
'Dewleta tirk dixwaze nasname û hebûna Êzidiyan tune bike' 
 
Besîmayê diyar kir ku êrîş û pilanên dewleta tirk  tê payîn ku dixwaze Êzidiyan tune bike û wiha dom kir: "Dema ku ketin gundê me (Lizga) digotin 'Ev gund yê Êzîdiyan e û ji me re helal e ku em wî biruxînin û bidizin'. Dewleta tirk dibêje yan ew ê Êzîdî bibin misliman yan jî wê her bi fermanan re rû bi rû bimînin. Em jî netewek in li ser vê axê, mafê me yê jiyanê heye ku em bijîn û nasnameya xwe ya Êzîdî biparêzin. Dewleta tirk xwest ku fermana Şengalê li Serêkaniyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare bike. Ne tenê Êzîdî misliman jî rastî êrîşan tên. Ev dijminahiya dewleta tirk li dijî gelê aşîtîxwaz dide der."
 
'Aştî di ferhenga NY'ê û dewleta tirk a dagirker de tune ye'
 
Besîmayê anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî û dewleta tirk ên ku behsa aştiyê dikin tu aştî di ferhenga wan de tune ye û wiha got: "Kanî aştiya ku tirk û NY qala wê dikin, eger aştî heba tirkan êrîşê herêmên me nedikir, zarok û jin qetil û axa me dagir nedikirin. QSD'ê em diparastin. QSD zarok ên me ne, kes ji derveyî welat, Lîbiya û Misirê tevlî nebûye. Çima dewleta tirk niha tev çeteyên xwe diçin Lîbiyayê? Ma çi karê wan li welatê xelkê heye?"
 
'Lê em ê planên dagirkeriyê vala derxin' 
 
Besîmayê vekişîna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji Serêkaniyê û bêdengiya ji dagirkeriyê wekî komplo yên nû yên li dijî Gelê Kurd pênase kir û wiha pê de çû: "Pilan û komployên pir qirêj li dijî Gelê Kurd didin meşandin, dixwazin ku yekîtî, wekhevî û hezkirina di navbera netewan de têk bibin, lê bila Erdogan nefikire ku em ê xewnên wî bikin rastî. Kurd, ereb û aşûrî jî ji berê zêdetir bi hêz in. Erdogan ditirse ku gelê wî jî hember wî rabibe ji ber wê aloziyê derdixe derveyî welat. Lê em ê planên dagirkeriyê vala derxin."