ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN

  • 09:00 13 Gulan 2020
  • Rojev
*Dîlan Yacan ya xebatkara kafeyê bû û ji ber vîrûsê kargeriya wê hat girtin û derket destûra bê pere, niha nikare deynên xwe bide û got: “Alavên berê min bi teqsît girtibûn, deynê wan li ser min man. Ez wek jinekê têkoşîna jiyanê didim û mixabin di vê pêvajoyê de neçar mam li destê mê mêze bikim.” DÎMEN HEYE 
 
*Kurda Êzidî Besîma Dawûd,  ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li Serêkaniyê neçarî koçberiyê bû. Besîmayê got: "8'ê Adarê roja bidestxistina mafê me ye. Ez jî dixwazim ku cîhan dengê me bibihîse. Em bi hev re Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin."  DÎMEN HEYE
 
* Ji Platforma Jinan a Şahmaran Gulîzar Îpek diyar kir ku bi rêya zewacê dixwazin tecawizkaran efû bikin û ev tişt tê wateya îstîsmara duyemîn û got: “Desthilatdariyê ev vîrûs ji xwe re kir derfet û nêzîkatiya xwe ya li hember jin û zarokan carek din danî holê. Çi dibe bila bibe em ê heta dawî têbikoşin.” DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, derbarê  pêwistiya yekrêziya partiyên kurdî nirxandin kir û wiha got: "Sîstemên ku Kurdistan dagir kirine tîfaqa wan a yekem li dijî kurda ye.  Pêwist e  xalên ku me ji hev dûr dixe em  bidin alî û xalên ku me digihîne gel hev em ji bo wan têkoşîn bikin, ji tecrûbeyên  berê  em fêr bibin û yekîtiya xwe ava bikin." 
 
*Kampanya Malbatên Xwişk û Bira ya ku HDP’ê li dijî vîrûsê bi armanca piştgiriyê da destpêkirin li Edenê didome. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysel Kiliç diyar kir ku piştevanî ne tenê di alî aborî de di alî psîkolojîk de jî gelek girîng e û got xwe gîhandine piranî kesên serlêdan kirine. DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Sebah Hisêno ya ji Helebê ye û ajokara motorsîkletê ye bi têkoşîna xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî tîne cih û wiha dibêje : “Di civaka Helebê de şerm e jin motosîkletê bajo, lê min dikaribû li hember wê bisekinim. ‘Ger em cewher û wateya jiyanê baş fam bikin jiyan gelekî xweş e.” DÎMEN HEYE 
 
*Ji aliyê Wezîrê Karên Hûndir ve Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Fehîme Saruhan ku carekê ji peywirê hatibû dûrxistin careke din ji heman peywirê hat dûrxistin. Fehîme, bertek nîşanê vê biryarê da û got û ev biryareke dijhiqûqî ye. DÎMEN HEYE
 
*Derûnnas Berfîn Zelal Kabak anî ziman ku di vê pêvajoya pandemiyê de herî zêde zarok bibandor dibin û diyar kir ku divê malbat div aliyî de baldar bin û di nav malê de bi zarokên xwe re cûr bi cûr bernameyên ji bo pêşxistin û têkilidanîna wan pêş bixin. DÎMEN HEYE 
 
*Cevahîr Sadak diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên bişaftinê ya li ser zimanê kurdî divê siyasetmedar, hunermend, rewşenbîrên kurd û hemû sazî û dezgehên kurdan bi zimanê xwe biaxivin û zimanê kurdî bigihînin her derê. Cevahîr got ne tenê rojek her roj qimetê bidin zimanê xwe.  DÎMEN HEYE