Pervîn Buldan: Divê îqtîdar hurmetê nîşanî baweriyan bide

  • 16:12 12 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Cemxaneya Gazî ya ku di merasîma cenazeyê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek de bi êrîşê re rûbirû mabû, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan çû serdana Cemxaneyê. Pervîn xwest îqtîdar ji ber êrîşa li dijî cemxaneyê ji elewiyan lêborînê bixwaze û divê hurmetê nîşanî nasname û baweriya her kesî bide.      
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, Cemxaneya Gazî ya di merasima cenazeyê endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek de rastî êrîşê hat û zerar dît ziyaret kirin. Pervîn û Îdîl li gel rêveberên cemxaeyê li cemxaneyê geriyan û lêkolîn kirin û agahî stendin. Pişter jî Pervîn û Îdil li baxçeyê Cemxaeyê daxuyanî dan.
 
Serokê Cemxaneya Gazî Hidir Karadaş, diyar kir ku ji ber 20 milyon elewiyan wekî welatiyên wekhev ên Tirkiye nabîne êrîş kirine. Gelek nûnerên rêxistin û baweriyên cuda yên hatin cemxane ziyaret kirin jî êrîş şermezar kirin.   
 
Pervin Buldan jî sersaxî ji malbata Îbrahim Gokçek û kesên ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane xwest û wiha got: "Di şexsê Îbrahim Gokçek de hişmendiya ku înkar, tundî, parçekirinê ya bi sedan salan didome dîsa derket holê. Em bang li îqtîdarê û vîna siyasî dikin ku li dijî vê bûyerê ji civak û baweriya elewiyan lêborînê bixwazin. Îro pêdivî ji lêborînê heye. Divê lêborînê ji gelê elewî bixwazin. Ji ber êrîşa li dijî cemxaneyê divê leborînê bixwazin. Divê ji malbatên rastî êrîşê hatine lêborîn bixwazin. Divê ji malbatên gorên zarokên wan hatin şikandin û rastî êrîşan hatin lêborîn bixwazin. Divê qet nekevin nava hewldanên êrîşan. Divê hurmetê nîşanî nasname û baweriya her kesî bidin. Demokratîkbûn ewe ku lêborîn bixwazin û hurmetê nîşan bidin."