Aktivîsta TJA'yê Newal Paça jiyana xwe ji dest da

  • 12:22 12 Gulan 2020
  • Rojane
ÊLIH - Aktivîsta TJA'yê Newal Paça ya ku li Edeneyê xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Newalê li Êlihê hat veþartin. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Newal Paça ya ku li Edeneyê xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Newalê li Goristana Tilmiz a Êlihê hat veþartin. TJA'yê peyama sersaxiyê ji bo malbata Newalê weþand. 
 
'Ew parêzvana mafê jinan bû'
 
TJA'yê diyar kir ku Newalê di 2015-2016'an de li Wanê li Dibistana Azad mamostetî dikir û wiha got:"Newalê di encama operasyona siyasî ya li Êlihê du salan di girtîgehê de ma. Di dema dadgehê de têkoþîna nasnameyê dida. Ew parêzvana mafê jinan bû. Em ji bo malbata wê sersaxiyê dixwazin."