Hemşîreya beşa giran: Demên ku em tî û birçî man hebûn

  • 09:13 12 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Fatma Dur ya ku 16 sal in hemşîra beşa girane wiha got: “Hefteyên ewil zehmet bûn. Têkoşîn dihat dayîn lê mirov dimirin. Di carekê de jiyana mirovan diguhere. Mirov dikevin nêrîna ‘evqas fedekarî tê kirin lê nexweş baş nabin’.Vê hefteyê 5 nivînên me rojekê vala man. Ev ji bo me geşedanek pir erênî bû.”
 
12’yê Gulanê Roja Hemşîreyên Cîhanê tê pîrozkirin. Îsal ji ber vîrûsa korona, hemşîre di şertên giran de dixebitin. Bêguman yek ji van beşên ku herî zêde şertên wê zehmetin, beşên giranin. Endama Komeleya Hemşîreyên Beşa Giran, Fatma Dur di pêvajoya vîrusê de di beşa giran de aktîf xebitî û 16 sal in di beşa giran de dixebite. Bi mehane du zarokên xwe ku yek jê 6 salî yê din salek û nîve nedîtiye. Fatmayê tiştên di vê pêvajoyê de jiya vegot.
 
Fatmayê da zanîn ku di şertên normal de divê du hemşîre li nexweşê beşa giran binere û got: “Divê mirov her tiştê nexweşê xwe bizanibin. Mîlîgirama demranên wan gelek girîng e. Her cureyê lênerîna nexweş hemşîre dike. Bêguman di vê pêvajoyê de ev kalîte ket. Dema vîrûs belav bû wek koasê bû. Hem psîkolojîk hem jî şertên fîzîkî bandorek mezin li ser me kir. Destpêkê potansiyela nexweş gelek zehmet bû. Em bi ekîpmanên parastinê dixebitîn. Çavên me jî girtî bûn. Yanî cihekî ku bedena me hewayê bigire nemabû. Em nikaribûn biçin lavaboyê. Dem hat em tî û birçî man.”
 
‘Em rojane bi 12 saet navber dixebitin’
 
Fatmayê der barê nexweşên korona de rutînên wan wiha vegot: “Em nexweşan devûrû 24 saetan radizînin. Ji bo kezeba wan hewayê bigire tê kirin. Lê gelek zehmete. Cihê hemû kabloyan tê guhertin. Ev jî hêza fîzîkî dixwaze. Piranî nexweş girêdayê alava bîhndanê ne. Ev vîrûs êrîşê pergala damarê nexweşan dike. Ji ber vê tansiyonê wan dikeve. Divê dermanên tanisyonê bilindkirinê bê bikaranîn. Her wiha glek demranên din. Ji destpêka pandemiyê em bi 12 saet navber xebitîn. Her wiha rewşa hemşîreyên li nexweşxaneyên taybet dixebitin jî xerabtire. Hemşîre zor û zehmetiyên mezin dikşînin.”
 
‘Rewşa hemşîreyên beşa giran nayê vegotin, divê mirov bijîn’
 
Fatmayê her wiha da zanîn ku dema vîrûs destpêkir şûnde rewş û pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê nehatiyedîtin û got: “Ji destpêka vîrusê de rewşa hekîmên malbatî hat axaftin. Lê mixabin navê hemşîreyan derbas nebû. Bi tayabet rewşa hemşîreyên beşa giran. Rewşa wan nayê vegotin, divê mirov bijîn. Di mehên ewil de nivînên me tije bûn. Li ser hev nexweş dihatin. Niha di çend rojan de vala dibin. Vê hefteyê rojekê 5 nivînên me vala man. Em matmayî man. Em wek robotan dixebitin. Lê niha hewa germ bûn. Wê mirov xwe dîsa bavêjin kolanan. Ev rewş dikare bandorek xerab li pêvajoyê bike. Her wiha kêmasiya ekîpmanan jî hîna didome.”