Tundiya polîsan di rojên pandemiyê de zêde bû

  • 09:11 12 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Tundiya polîsan di rojên pandemiyê de zêdetir bû. Bi taybet ji li ser herêma Nisêbîna Mêrdînê. Di medyaya civakî de jî em rast hatin ku polîsan çek berdan zarokekî biçuk û bi heman teşeyî jî xwestin zarokek 18 salî binçav bikin.
 
Piştî bi lez belavbûna şewba Koronoyê (COVİD-19)  qedexeya derketina ji derve hat îlankirin. Polîsên di pêvajoya pandemiyê de berpirsyarên  ewlehiya gel in li ser zarok û mezinan tundiyê pêk tînin. Di rojên borî de, li taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna girêdayî bajarê Mêrdînê ye zaroka bi navê B.E ê ku di hewşa avahiyê de dileyîst ji aliyê polîsan ve rastî tundiyê hat. Ango polîsan çek berdan zarok. Piştî wê jî zarokek 18 salî ku çûye ji derve topa birayê xwe yê biçûk bigire rastî tundiya polîsan hat.  Polîsan xwest bi zorê wî binçav bikin.
 
Li navçeya Nisêbînê hem derûnî hem fîzî tundî heye
 
Zarokê bi navê B.E yê ku di 24’ê Nîsanê de bi hevalên xwe re di nav baxçeyên TOKÎ yên li taxa Firatê ya navçeya Nisêbîna girêdayî bajarê Mêrdînê ye dilîstin rastî êrişa polîsan hat.  B.E ji aliyê polîsan ve tê gulebarankirin û  û dixwazin bi zorê bixin  panzerê. Lewra ev bûyerên bi vî rengî gelek tên jiyîn. Li ser gel hem derûnî hem ji fîzîkî tundî tê pêkanîn. Di rojên derbasbûyî de zarokek 5 salî dema li ser balkonê top dileyîze topa wê dikeve xwarê. Birayê wî O.Y ê ku 18 salî ye ji bo topê bistîne diçe derve. Ji bo vê yekê  jimarek zêde polîs diçin malê û dixwazin bi zorî O.Y binçav bikin.
 
‘Ji ber topekê xwestin neviyê min binçav bikin’
 
Pîrika zarokan a bi navê B.Y a ku bûye şahidê bûyerê van gotinan parve kir: “Neviyê min ê ku 5 saliye topa xwe xist û piştre jî xwest here ji derve bistîne. Neviyê min ê 18 salî jî ji bo ku ew dernekeve bi lez çu topa wî ji derve girt. Piştî ew hat mal, polîsan bi hêz li deriyê me xistin. Digotin ‘em polîs in derî vekin.’ Min derî vekir hîna min nepirsiya gotin gazî wî ciwanî bikin bila were vir. Min gazî neviyê xwe kir û min pirsî ka çibûye. Wan bêyî ku hêncetê hîn bibim neviyê min kaş kirin û xwestin bibin panzerê. Min got mafê we yê vê yekê tune. Ev nêzîkatiyek keyfî ye. Lê wan di birina wî de israr kirin. Heya ku cîran û malbat li berî derî kom bûn. Di wê demê de neviyê min digiriya  lê wan qet guhê xwe neda van dengan. Bi kombûna girseyê re wan dev ji kaşkirina kurê min berdan û çûn. Heke ez bi tenê bam wê neviyê min biriban bê sûc û sebeb. Lewra neviyê min di nava 2 deqeyan de çû top ji derve girt û hat. Wana ji ber vê yekê hem derûnî hem fîzîkî tundiyê li ser me kirin.”