‘Dema ku Gelê Kurd bibe yek dê hêzeke mezin ava bibe’

  • 09:09 12 Gulan 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Dêrikê Salîha Qasim, derbarê pêwistiya avakirina yekîtiya kurd de nirxand kir û got:”Pêwist e li gor berjewendiyên gel ji bo avakirina yekîtiya kurdî em tev bigerin, dema ku Gelê Kurd bibe yek hêzeke mezin ava dike. Em dixwazin siberoja yekîtiyê ava bikin.’
 
Yekîtiya Gelê Kurd  bûye daxwaza her mirovekî kurd. Di dîrokê de ji ber ku yekîtiya gelê kurd bi awayekî xurt ava nebû loma, gelek serhildanên kurdan bin diketin û dijmin li gor xwe mirovê kurd dida bikaranîn. Ji bo parastina hebûna kurd yekîtiyek pêwist e, da ku şaşîtiyên berê dubare nebin û xeyalên dijminan pêk neyên. Têkildarî mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Dêrikê Salîha Qasim,  nirxand kir.
 
‘Dema ku Gelê Kurd bibe yek dê hêzeke mezin ava bibe’
 
Salîha di destpêka axaftina xwe de balkişand ser  hevpeymanên ku kurd parçe hiştine û wiha got: ”Diyar e ku axa Kurdistanê di nava dagirkeran de bi peyman û lihevkirinên di mêtîngeriyê de hatiye parvekirin, ji bo wê  pêwist e em weke Gelê Kurd li dîroka xwe vegerin û sedemên wê lêkolîn bikin. Hevpeymanên weke Saykis Bîko, Sevr û Lozan çima taybet li ser kurdan hatiye meşandin û axa wan hatiye parçekirin? Pêwist e em rastiya van pilana bînin ber çavên xwe û ji dîrokê fêr bibin. Dema ku Gelê Kurd bibe yek hêzeke mezin ava dibe, ev yek dihêlê ku dijmin ji yekîtiya  Gelê Kurd bitirse. Em dixwazin siberoja yekîtiyê ava bikin.”    
 
‘Sedema binkeftina serhildanên berê parçebûna Gelê Kurd bû’
 
Salîha di domandina gotina xwe de sedemên binkeftinên Gelê Kurd ên di dîrokê de anî ziman û ev tişt got: ”Eger em vegerin dîroka xwe ya berê, gelek serhildanên me bi pêşengtiya mirovên bi nirx hatine destpêkirin. Sedema binkeftina van serhildana jî ew e ji ber ku hemû kurd parçe bûn û nikarîbûn destkeftiyên xwe biparêzin. Di roja me ya îro de jî her partiyeke kurdî xwedî helwesteke cuda ye û li gor berjewendiyên kesayetî tev digerin. Rêber Apo di peyama xwe ya dawiyê de jî bal kişandibû ser yekîtiyê, ji bo wê erkekî mezin ser pişta me ye ku em îro di ber yekîtiya kurdî de berpirsyar bin.” 
 
‘Ji mînakên berê em têgihiştin rastiya yekîtiyê’
 
Salîha wiha dewam kir:” Dema em li dibistana fêr dibûn û hîn temenê me biçûk bû, mamosteyên me wateya yekîtiyê bi me didan fêrkirin. Mamosteya me gurzek pênûs danî û digot yek bi yek bişkînin wê demê hêsanî ew pênûs dişkest, lê dema hemû pênûs dikir gurzek me nikarîbû bişkînin, wê demê me wateya hêza yekbûnê fêm kir. Ji mînakên berê em têgihiştin wateya yekîtiyê û di nava mêjiyê me de mezin bû. Em dixwazin hêza Gelê Kurd bibe yek, da ku tu kes nikaribe îradeya me bişkîne.” 
 
‘Pêwist e em nakokiyên xwe bidin alî û yekîtiya xwe ava bikin’
 
Salîha di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên kurd ên hemû parçeyên Kurdistanê kir ku bibin yek û wiha dawî li gotina xwe anî:” Bangewaziya min ji hemû kesên ku li ser vê axê dijîn ew e ku li ked û xwîna şehîdên kurd xwedî derkevin. Pêwist e li gor berjewendiyên gel ji bo avakirina yekîtiya kurdî em tev bigerin, nakokiyên xwe bidin alî û yekîtiya xwe ava bikin.”