'Tu hêz nikare li pêşiya têkoşîna jinan bibe asteng'

  • 09:08 12 Gulan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Semîra Ehmed a 47 salî derbarê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî hişmendiya baviksalarî wiha dibêje: "Ruxmî hemû kelemên ku derketine pêşiya min, lê ez ne poşman im ku di têkoşîna xwe ya jiyanê de min her dem li berxwe da."
 
Piştî têkçûna pergala civaka xwezayî jin-dayik jin ji hêza sereke ya meşandina civakê hate dûrxistin. Li şûna pergala jin-dayikê serweriya mêrê serdest dest pê kir û her ku dem bihurî dengê jinê di civakê de winda bû û yekdengiya mêrê serdest di nava civakê de zêdetir bû. Bi pêşketina pergala netew-dewlet re koledarî, kuştin, talanî, tecawiz û hemû şêwayên xirabiyan di nava civakê de zêde bû û jin-dayika xwedawend weke pîrhebok hate nîşandan. Mêr-dewletê jin, zarok û xweza kirin amûrên têrkirina ajoyên xwe û heta roja îro bi her şêwayê desthiladarî û qetliyamên jinan tê jiyîn. Semîra Ehmed ya ji bajarê Kobanê ev 25 sale bê navber li beranberî hişmendiya mêr û pergala netew-dewlet rejîma BAAS'ê têkoşînê dide meşandin. Semîra ne tenê bi xebatkirinê xizmeta welat û gelê xwe kiriye, di heman demê de Semîrayê bi sê zarokên xwe bedel daye têkoşîna tevgera kurd û Semîra niha jî bi awayekî çalak di nava rêxistina Kongreya Star de xebatê dide meşandin. Semîre Ehmed serpêhateya jiyana xwe ji ajansa mere vegot.
 
Semîra kî ye?  
 
Semîra Ehmed ya ji bajarê Kobanê 47 salî ye û dayika 7 zarokan e. Ji 7 zarokan sê zarokên xwe bi awayekî serbilind û dilrihetî beşdarî nava refên têkoşîna kurd kiriye. Law û keçek Semîrayê di nava refên YPJ'ê û YPG’ê de jiyana xwe ji dest dane û lawekî wê jî li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye. Semîra bi rêya xwişka xwe ya mezin di 15’ê Tebaxa 1995'an de tevgera kurd nas dike û di wê demê de dest bi xebatên nava gel dike. Di dema serhildanên 19’ê Tîrmeha 2012'an de Semîra jî weke gelê herêmê bi coşek mezin li dijî desthiladariya rejîma BAAS'ê derdikeve û li her deverê Kantona Kobanê gavên serkeftina gel tên avêtin. 
Piştî lidarxistina şoreşê jî Semîra bi awayekî çalak xebatên rêxistina jinê dide meşandin û niha jî Endama Rêveberiya Kongra Star ya bajêr e.
 
'Tu hêz nikare li pêşiya têkoşîna jinan bibe asteng'
 
Semîra wiha behsa  têkoşîn û serpêhatiya jiyana xwe dike: "Em weke jin ne tenê li dijî pergala dewletê têkoşînê didin meşandin. Bi qasî ku em li dijî zihniyeta baviksalarî têkoşîn dikin, em bi qasî wê û bi şêwayên cuda di mal de, li kolanê û di nava xebatên saziyan de li dijî hişmendiya mêr jî têkoşin dikin. Dema min nû dest bi xebatê kir, hîn tevgera kurd li van herêman pir bi awayekî vekirî nedikarîn tevger bikin. Me hemû xebatên xwe bi awayên veşartî didan meşandin. Ji xwe tu dewlet nahêlin gel bibe xwedî hêz û vînek azad. Ji bo em jî bikaribin bi vîna xwe li ser xaka xwe bijîn, pêwîstiya me bê navber bi têkoşîn û karkirinê hebû." 
 
'Li dijî hişmendiyan biryara min a têkoşînê xurtir bû'
 
Semîrayê diyar kir ku ew weke jin di xebatên xwe de gav paşde neavîtiye û wiha domand: "Ji bo em bikaribin jinê û gel rêxistin bikin em bi dizî li malan digeriyan û me civîn ji gel re çêdikirin. Piştî ku rejîma BAAS'ê pê hisiya ku ez xebatên tevgera azadiyê didim meşandin, rojekê siharê zû bi ser mala min de girtin hevjîn û lawê min yê mezin binçav kirin. Piştî binçavê herdu jî 6 mehan di girtîgehê de hiştin. Ez di wê baweriyê de me ku lêdan, îşkence û zextên dijmin hêrsa mirovan a ji bo serkeftinê zêdetir dike. Lawê min Harûn dema hate girtin hîn gelek biçûk bû, piştî ku Harûn mezin bû û şûnde bi biryara xwe beşdarî nava refên azadiyê bû. Di wê demê de ji ber zextên dijmin pir zêde bûn malbat ditirsiyan ku em jin xebatê bidin meşandin. Li aliyekî dewlet astenga herî mezin bû li pêşiya karê me, li aliyekê din jî malbat ji jinan re dibû asteng. Her çendî dewlet, malbat û civak bibûna asteng jî, lê min weke jin di xebatên xwe de gav paşde neavît û her roj min hîn zêdetir biryara têkoşîna li dijî van hişmendiyan dida." 
 
'Armanca me bi hêzkirin û xurtkirina gel bû'
 
Semîrayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa armanc û têkoşîna xwe ya di nava gel de kir û wiha domand: "Armanca min ya yekem ji vî karî ew bû ku ez bikaribim xwe bigihînim hemû jinan û hewil bidim wan ji hişmendiya mêr-dewletê rizgar bikim. Bê guman di wê demê de û niha jî min jî weke kesayet xwe ji hemû hişmendiyên civaka zayendparêz rizgar nekiriye. Lê belê li gorî birdoziya tevgera azadiyê di hinek aliyan  de min xwe ji hinek xalên hişmendiya mêr-dewlet û civaka zayendparêz rizgar kiriye. Di demsalên kevin de me xebat dida meşandin, wê demê gelek malan em di malên xwe de nedihewandin û heta carnan em ji malên xwe diqewitandin, lê me ji wê têkoşînê gav paş de nedavît û em bi israr diçûn wan malan. Ji ber armanca me ne tenê komkirina alîkariyê bû armanca me ya sereke ew bû ku em gel di hişmendiya welatparêzîyê de xurtir bikin û hewl bidin ku xwe bigihînin hemû jinan."
 
'Dayik canê xwe fedayî zarokên xwe dikin,  zarokên xwe jî fedayî welatê xwe dikin'
 
Semîrayê bal kişand ser girêdana dayik, zarok û axê û wiha got: "Dayik ji bo zarokên xwe canê xwe feda dikin, ji bo azadiya axa xwe jî zarokên xwe feda dikin. Min bi sê zarokên xwe bedel daye azadiya vê axê. Ez bi çûyîna zarokên xwe serbilind im, piştî çûyîn û şehadeta wan min zêdetir kar kir û ez ê zêdetir jî kar bikim. Ya rast tu dayik nikarin bi destê xwe zarokên xwe bişînin qadên şer û têkoşînê. Lê em dayikên kurdan ji bo welatekî azad gelek caran bi destê xwe zarokên xwe fedayî vê axê dikin. Cihê ku şansa jiyanê ji te re neyê dayîn wê demê tu neçarî parçeyên giranbuha ji bedena xwe bidî, ji bo tu bikaribî welatekî azad ji bo pêşeroja gelê xwe ava bikî. Em jin-dayik bedelên giran didin, lê em ê tu caran dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. Bi fikir û pirojeya Rêber Apo re mafê jiyanê ji me jinan re zêdetir hate dayîn û em jin jî em ê bibin çalakvanên herî baş ji bo pêkanîna civaka demokratîk û hevjiyana azad."