Hunermend Mizgîn di salvegera xwe de bi çalakiyeke hunerî hat bibîrxistin
- 15:35 11 Gulan 2020
- Rojane
ŞEHBA - Bi boneya salvegera şehadeta Hunermend Hozan Mizgîn Tevgera Kevana Zêrîn bi çalakiyeke hunerî ew bi bîr xist.
Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê salvegera şehadeta Hunermend Gurbet Eydin ‘Mizgîn’ bi çalakiyeke hunerî ew bi bîr xist. Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a Şehabyê pêk hat. Di çalakiyê de hunermendên Efrînê bi stranên xwe yên şoreşgerî hunermend Mizgîn bi bîr anîn. Her sal ji bo vê salvegerê çalakiyên girseyi dihatin amadekirin, lê ji ber rewşa heyî ya vîrûsê rewş hineki cuda ye. Têkildarî lidarxistina çalakiyê Endama Tevgera Çand û Huner a herêma Efrînê Newroz Silêman axivî.
Newroz wiha got: “Xwesteka şehîd Mizgîn ew bû ku çand û hunera kurdî li pêş be. Şehîd mizgîn cihekî girîng di nav xebatê hunerî de digirt û rihekî xweş û geş dida hunera folklorîk. Em şehîd mizgîn bi vê çalakiya xwe de bi bîr dixin û hêviya ku her tim serkeftina ya me be.”
Çalakî bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî bi dawî bû.