'Di meha remezanê de gor tên xera kirin û kêlê goran tên şikandin!'

  • 14:36 11 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Êrîşên li hemberî goristanan, ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê, TJA û HDK'ê ve hat şermezarkirin. Parlamenter Huda Kaya bertek nîşan da û got: "Di hemû baweriyan de piştî mirovek mir, nerîn û fikra wî çi dibe bila bibe, teslîmî ax û xwezayê tê kirin. Em van êrîşan red dikin. Em hemû rayedarên dewletê dawetî mirovahiyê, dawetî wîcdanê dikin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê li dijî êrîşên goristanan li pêş avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan dowîzên reş ku li ser "Dest nedin nirxên me" rakiribûn bertekên xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Stenbolê, Meclîsa Jinê ya HDK'ê, TJA û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek jinên din amade bû. 
 
Ewil parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û wiha got: "Îqtîdara AKP bi salan e êrîşî pîrozbahiyên me, nirxên me û baweriyên gelan dikin. Ne li meha remezanê guhdar dikin, Ne li cejnê guhdar dikin, ne li Corona û ne jî li Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin. Ne êşên dilê dayikan û hêsirê çavê dayikan dibînin. Di meha remezanê de gor xera kirin û kêlê goran şikandin. Me çend caran rayedar hişyar kir ku bi hesasiyetên gel nelîzin. Di meha rojiyê de tu tiştî guhdar nekin. Bi hasasiyeta gel nelîzîn."
 
'Dema mirovek mir emanetî axê tê kirin...'
 
Huda, diyar kir ku duh roja dayikan bû û di roja dayikan de dayikan li ser gorên zaroken xwe nobet girtin û wiha dom kir: "Hûn dizanin çend dayik ji bo gorên zorên wan naşikên nobet digirtin. Di tu bawerî û nirxan de tune. Li aliyeyekî êrîşî goran dikin. Li aliyekî êrîşî cemxaneyan dikin. Li aliyeki erîşî dêran dikin. Li aliyekî erîşî îbadetxaneyan dikin. Ev yek di tu bawerî, wîcdan û pirtûkan de cih nagire. Di hemû baweriyan de piştî mirovek mir, nerîn û fikra wî çi dibe bila bibe, piştî ku mir, teslîmî axê dikin. Dema mirovek mir emanetî axê û xwezayê tê kirin. Piştî mirovek mir û teslîmî axê hat kirin di qurban, îslam û tu pirtûkên pîroz de mudaxaleya wan nayê qebûlkirin." 
 
'Em rayedaran dawetî mirovahî dikin'
 
Huda bal kişand ser Goristana Anzak a Çanakkaleyê û wiha got: "Binerin li Çanakkale Şehîtgeha Anzakê heye. Her sal nevî û malbatên wan ji Avusturalya û welatên herî dûr ên cîhanê tên li gorî bîr û baweriyên xwe li Çanakaleyê miriyên xwe bibîr tînin. Tirkiye wan her sal pêşwazî dike û pêdiviyên wan bi cih tîne. Wicdan, mirov, dewlet û şaristanî ji vê yekê li ser mirovan ferz dikin. Ev tiştekî wîcdanî, mirovî û şaristanî ye. Lê niha sepantinên li dijî mirovahiyê yên li ser gorê tu tişt qebûl nake. Em van êrîşan red dikin. Em hemû rayedarên dewletê dawetî mirovahiyê, dawetî wîcdan dikin." 
 
'Hişmendî qet nayê guhertin' 
 
Hevberdevka DAD'ê Nergîz Guzel jî bal kişand ser êrîşên goran û wiha got: "Îro 11'ê gulanê ye. 6 roj berê salvegera komkujiya Dêrsimê bû. Yên 83 sal berê yên ku cenazeyê Seyît Riza nedan me û hêj cihê gora wî nîşanî me nadin, îro jî êrîşî goran dikin. Êrîşî kêlên gorên me dikin. Ew feraset û pê wîcdanên ku em wê rojê bê gor hiştin, îro jî bi êrîşa gor û goristanan heman tiştî dikin. Hişmendî qet nehat guhertin. Dîsa êrîşî cenaze û goristanê dikin. Çend roj berê kesên bê wîcdan li Qeyseriyê gotin 'Em ê cenazeyê we derxin û bişewitînin." Ev feraset û bê wîcdan nehatiye guhertin û didome. 
 
'Peşî cenaze dihatin windakirin û niha jî êrîş dikin' 
 
Li ser navê Meclîsa Jinan Rêvebera HDP'ê ya Stenbolê Aysun Çeper jî daxuyanî xwend û wiha got: "Wekî tê zanîn ji sala 1915'an heta niha li dijî bê edaletî, zilm û zordariyê gelek serhildan pêk hatin. Ji vana hin jê serhildanên Şêx Seîd, Koçkirî, Zîlan û Serhildana Dêrsimê ye. Li dijî van serhildanan komkujiyên bê wîcdan hatin kirin. Pêşeng û serokeşîr hatin darvekirin û kuştin. Cenazeyê wan hatin windakirin. Niha jî êrîşî goran dikin."
 
'7 caran êrîşê goristanekî kirin'
 
Aysun, da zanîn ku piştî pêvajoya aştiyê goristan hatin wêrankirin û wiha dom kir: "Yek ji van goristanan Goristana Xerzan a Oleka Jorîn e. Bi kepçeyan kor vekirin û cenaze derxistin. Disa cenazeyê Egît Îpek bi Kargo ji malbatê re şandin. Îqtîdara AKP'ê bi vê konseptê dixwaze hemû nirxên Kurdan tune bike. Di mehek dawî de li Wan, Mûş, Colemêrgê êrîşî gorên endamên PKK'ê kirin û kêlên gorên wan şikandin. Bi taybetî goristana Geverê balkêş e. Heta niha 7 caran rastî êrîşan hat."
 
'Hurmetê nîşanî gorên me bidin'
 
Aysun, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gor û goristan, nirxên gel ên dîrokî û pîroz in. Êrîşên di meha remezanê de pêk tên bi mahane didomin. Êrîşên li dijî nirxên civakê li dijî sinc û nirxên mirovahiye ye. Di zagonên Tirkiye û peymanên navneteweyî de mafê êrîşa li dijî goran tune ye. Em bang hi kûmetê dikin ku li gorî pîvan û hiqûqa neteweyî û navneteweyî dev bigerin û hurmetê nîşanî gorên me bidin."