Dayikên Şengalê çûn ser gora zarokên xwe

  • 12:11 11 Gulan 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Bi boneya Roja Dayikan dayikên şengalê berê xwe dan ser gora zarokên xwe yên cangorî.
 
Weke her sal îsal jî dayikên cangoriyên ku jiyana xwe di şer deji dest dan, bi xemgînî roja dayikan pêşwazî kirin. Duh danê êvarê dayikên Şengalê ku zarokên wan di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, berê xwe dan ser gora zarokên xwe.
 
Roja Dayikan, şûna ku zarok diyarî bidin dayikên xwe û dilsoziya wan pîroz bikin, dayikên dilşewat ku zarokên xwe yên herî hêja di şer de winda kirî, diyariya herî bi nirx û hêja dilê xwe xistin destê xwe de û çûne ser gora zarokên xwe.
 
Dayikên dilêş lê serbilind, bi komî di destê wan de gul û kulîlk çûn ser gora zarokên xwe, kulîlkên anî, bi delalî û lorîkan danîn ser gora zarokên xwe û şitlên anî jî bi heman awayî li dora gora wan çandin.
 
‘Ez roja dayikan li dayikên şehîdan û hemû dayikan pîroz dikim’
 
Heyat Hecî ya bi ya dayikan re hatî ser goran li ser wate û giringiya roja dayikan ji ajansa me re axivî û hestên xwe wiha anî ser ziman: “Îro ji bo Roja Dayikan em hatine ser gorê şehîdên xwe. Me gul û kulîlk danin ser gorê şehîdên xwe. Ez Roja Dayikan li hemû jinan û hemû dayikan, bi taybet jî lidayikên şehîdan pîroz dikim. Îro li Bakurê Kurdistan dewleta faşîst ya tirk, goristana şehîdan xerab dike. Dayik li hemberî vê hovîtiyê li ber gora zarokên xwe nobet digirin. Em berxweda dayikan silav dikin û roja dayikan li wan pîroz dikin. Em vê hovîtî û dijmiroviya dewleta tirk ku li hemberî gora şehîdan pêk tîne şermezar dikin.
 
‘Ew ê têkoşîna me di vê rojê de jî bidome’
 
Heyat Hecî di dawî axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dayikên şehîdan ên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê roja pîroz ya dayikan li hemû dayikên şehîdên Rojava, bakur û li her devera welêt pîroz dikin û têkoşîna wan a aştî û edaletê silav dikin. Ew ê têkoşîna me di vê rojê de jî bidome.”