Rûyê hunerê ya şoreşger: Hozan Mizgîn

  • 12:03 11 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro 28'emîn salvegera Hozan Mizgîn a rûyê hunerê ya şoreşger e. Hunermend Sosin a ku hunera Mizgînê nirxand wiha got:"Bi gotina stranên xwe bû eynika gelê kurd."
 
 Jinên Kurd ne tenê di qada dîrok, civakî û siyasî de di qada hunerê de jî xwedî roleke girîng e. Ji van jinan yek jê Gurbet Aydin a ku bi navê Hozan Mizgîn tê naskirin ne.
 
Hem hunermend hem şoreşger
 
Mizginî di 1962'an de li Gundê Bileyder ê Êlihê ji dayik bû. Berî darbeya 12'ê Îlano 1980'an di têkoşîna doza gelê kurd e têkoşîna wê berdewam dikir. Mizgînê di 1983'an de ji bo rêxistina hunerî ya jinê derbasî Ewropayê dibe. Di nava Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK cihê xwe digire. Hem di qada rêxistina jinê de hem di qada hunerê de cihê xwe digire. 
 
Huner û şoreşa wê wekî mîrate man
 
Mizgînê li Ewropayê xebatên dirêj dewam kir. Piştre dîsa derbasî Kurdistanê dibe û karên şoreşgerî dide meşandin. Mizgînê di 11'ê Gulana 1992'an de li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di pevçûnê de ji bo dîl nekeve destên leşkeran bombeyê bi xwe diteqîne. Huner û şoreşa wê wekî mîrate li dû wê man.
 
'Bi pêşengiya xwe xwedî wateyeke mezin e'
 
Hunermend Sosin derbarê cihê Mizgînê ya di nava muzîkê de û bandora wê ya li ser hunermendên kurd de axivî. Sosinê got:"Em nikarin bi gotinan sekin û xebatên Mizgînê vebêjin. Dema Mizgînê xebat dikir gelê kurd di nava pêvjoyeke giran de derbas dibû. Di bin zext û êrîşên mezin de bû. Loma Mizgînê bi pêşengiya xwe xwedî wateyeke mezin e."
 
'Bi stranên xwe bû eynika gelê kurd'
 
Sosinê anî ziman ku Mizgînê ne tenê hunermend bû di her qadê de çalak bû û wiha dewam kir:"Mizgînê tenê bi gotina stranan xizmeta gel nekir. Bi misyona xwe di qada hunerî û çandî de di qada civakî de jî seknek wê ya bi biryar hebû. Xebatên wê piralî bûn. Di nava avakarên Huner Kom û Koma Berxwedan de cihê xwe girt. Bi stranên xwe bû eynika gelê kurd."
 
'Stranên wê mirov di bin bandora xwe de dihêle'
 
Sosinê diyar kir ku Mizgînê li dengbêjên mîna Eyşe Şan, Meryemxan guhdar dikir û wiha dewam kir:"Strana Lo Hevalno ya ku Mizgînê distira bandoreke mezin li gel kir. Kesên li vê stranê guhdar dikin diçin Kurdistanê. Loma niha gelek navên Mizgîn hene. "
 
'Ew şoreşgera çandê ye'
 
Sosinê wiha dewam kir:"Divê em her dem şopdarê Mizginê bin. Divê em wê ji bîr nekin. Ez jî ardilê Mizginê me û ez ê jî heta dawiyê şopdarê wê bim. Ew şoreşgera çandê ye. Wê wekî rantê û popîlîzmê li hunera xwe nenihêrt. "