Komeleya Jinan a Star tevî vîrusê li qadan dixebite

  • 09:18 11 Gulan 2020
  • Rojane
WAN - Komeleya Jinan a Star ya Wanê ku jinên rastî şîdetê tên serî lê didin, di pêvajoyê de jî tevî vîrusê li qadan bi jinan re tên gel hev.
 
Piştî vîrusa koronayê şîdeta li ser jinê jî zêde bû. Her wiha piştî qanûna înfazê ya li Tirkiyeyê jî gumanbarê şîdetê hatin tahliyekirin û AKP’ê li dijî vê navnîşanek ji bo jinê nîşan neda.
 
Jinên di pêvajoyê de barê wan giran bû, li dijî şîdeta fîzîkî, psîkolojîk û aborî jî torên piştevanî û têkoşînê dihûnin.
 
‘Tedbîr nehatin girtin û mahkumê malê kirin’
 
Komeleya Jinan a Star ya bi salane li wanê li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşe di pêvajoya pandemiyê de jî xebatan didomîne. Endama Komeleyê Meryema Aslan bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de mexduriyeta jinan du kat zêde bûye û wiha got: “Dane zêdebûna şîdeta li ser jinê vedibêjin. Mafê jiyanê mafê sereke ye. Dema ev esas tê girtin, divê ji hemû bandorên ku pêşî li jiyanê digire, xwe biparêzin. Di rojên karantînayê de li şûna divê tedbîr bên girtin, mêrên şîdet kirine hatin berdan. Vê pêkanînê dîsa jin mahkumê malê kir.”
 
‘Hema hema li hemû malê şîdet tê jiyîn’
 
Meryemayê daxuyakirin ku tabloya şîdeta li ser jinan ya li hemû cîhan û welat zêde dibe li Wanê jî naguhere û ev tişt daxuyand: “Li gorî çapemeniyê heta niha du heb bi guman 3 jinî jiyana xwe ji dest daye. Lê em dizanin ku şîdet li her malê tê jiyîn. Her wiha keda jinê jî derket du katî. Saziyên jinan û platformên jinan bi torên cuda piştevanî dan meşandin. Çapemeniya civakî di vê mijarê de girînge. Divê her sazî di çapemeniya civakî de helwesta xwe ya li dijî şîdetê bîne ziman. Divê torên piştevaniyê belav bibin.”
 
‘Em tedbîran digirin û xwe digihînin jinan’
 
Meryemayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek jin nikarin xwe bigihînin komeleya me. Ji ber vê em dadikevin qadan. Li herêmê jin derfetên wan yên xwe bigihînin dereke tüne ne. Em tevî hemû şertî û mercan dadikevin qadan û xwe digihînin jinan. Ji bo em ji jinan re bêjin ‘hun ne tenê ne’ em dadikevin qadan.”