Hemşîra 10 salan Hatîce: Hemşîretî keda nayê dîtinê ye

  • 09:15 11 Gulan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Hatîce Şeker diyar kir ku hemşîretî keda nayê dîtinê ye û got tevî her barê kar li ser milê wane mafê gotina wan tüne ye û ev tişt got: “Bila venasîna pîşeya me baş bê kirin. Em jî di asta berhevkirinê de derkevin û pîşeya xwe bikin.”
 
Endam SES’ê û hemşîreya 10 salan Hatîce Şeker der barê pêvajoya pandemiyê de axivî. Hatîceyê destnîşan kir ku hemşîretî veguheriye keda jinê ya li malê ya nayê dîtinê û got: “Bifikirin hun li cihekî  ne.. Hun li wir dest didin her tiştî. Karê doktor, laboratuvar, radyolojî, paqijî û ewlehiyê hun konrol dikin. Ev qet naqede. Di beşa giran de dixebitin. Nexweş rojê sê caran xwarinê dixwe. Di beşa giran de psîkolojiya gelek kesî xera dibe. Lê em xwe bi xwe ne. Yekane kesên dernakevin derve hemşire ne. Tevî vê keda jinê nayê dîtin.”
 
‘Hemşîreyên beşa giran ji pandemiyê nehatin parastin’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku rojê herî kêm 10 kes diçe odeya ku cil û berg tên guhertin û got: “Mixabin em di pêvajoya pandemiyê de nehatin parastin. Me bi derfetên xwe, parastin kir. Sê lavabo hene. Hemû xebatkaran du lavabo bi kar anîn. Du roj berê hemşîreyek testa wê pozîtîf derket û tevî hat îzolasyonkirin jî li kesên derdorê test nehat kirin. Ji 10’ê Adarê şûnde 11 hezar hemşîre hatin tayînkirin. Lê li gorî daxuyaniya wezîr, ya çend roj berê 7 hezar û 428 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine.”
 
‘Hemşîre ne xwedî gotinin’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku li nexweşxaneyan mafê gotinê yê hemşîreyan tüne ye û wiha pê de çû: “Ji çopê heta dosyayan yên kontrol dikin hemşire ne. Lê mixabin mafê gotina wan tüne ye. Di pêvajoya niha de jî em tune ne. Di lijneya zanistê ya dawî hatiye avakirin de jî hemşîre tune ne. Dema sererastkirin tê kirin jî tüne ne. Di vê pêvajoyê de sendîkayên zer ligel me tunebûn. Her wiha gelek prisgirêkên alavan hene. Rûpûşên divê herî kêm 2 saetan bên bikaranîn me 8 saetan bi kar anî. Divê têgeha hemşîretiyê ji nû ve bê venasîn.”