Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Xatûn: Em li dijî zext û zordariyan serî radikin

  • 09:03 11 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED – Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Xatûn Yildiz a ku çîroka wê di serî de bi zilm, zor û şîdetê dest pê dike, piştre jî serî radike û berê xwe dide Amedê. Xatûnê li Amedê bi rêxistina jinan re bi hêza xwe dihese û dest bi berxwedanê dike. Xatunê diyar kir ku li malê mêr, li dervê jî dewlet zextê li wan dike, lê jî li dijî zext û zordariyan serî radikin."
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sûrê ya Amedê Xatun Yildiz a ku heta gihîtiye ve astê di gelek demên dijwar re derbasbûye, di temenê 17’e salî de, dema bi zorê tê revandin dest pê dike. Ango, Xatun di pêvajoya zewaca xwe ya 25 salan de her tim bi şîdetê re rûbirû maye. Xatên di dema ducanîbûna xwe de bi kêrê tê birîndarkirin û bi çekê gef lê tê xwarin. Piştî tundî li ser zarokan ji tê kirin Xatun bang li polîsan dike, lê tu encamê ji giliyê xwe nagire û direve tê Amedê. Êdî  ji wir û şunde çîroka Xatun li Amedê bi berxwedan û hêza yekitiya jinê re berdewam dike. Xatunê wiha got: “Min encam ji berxwedana xwe girt. Hemû jin xwedî vê hêzê ne ku li ber xwe bidin û encamê ji berxwedana xwe bigirin.”
 
Dema ducaniyê bi şîdetê re rûbirû dimîne
 
Xatuna ku di 17 salî de tê revandin û di nav 25 salan de 3 zarok tinê dine, bi hezkiriyê xwe re direve lê pişre jî jiyanana wê bi zilm û zoriyê didome. Herî dawiyê bi şîdeta kesê pê re reviya re rûbirû dimîne û birîndar dibe. Xatun, ji ber tirs û gumanên ku dijî di serî de rewşa xwe parvenake.. Dema Xatûn ducanî bûye bi şîdetê re rûbirû dimîne. Xatun ji bo zaroka xwe biparêze ji malê direve û hewl dide ku xwe xilas bike. Lê kesê pere di zewice wê li kolanê zeft dike û dide ber kêran. Jiyana wê û zaroka wê dikeve xeterê. 
 
‘Mêre dikare li te bide’
 
Xatun, wiha dest bi çîroka xwe kir: "Ez zarok bûm û min tiştek nedizanî. Min nedizanî ku ez li ser lingê xwe rawestim. Piştî ku ez zewicim şîdeta hevjînê min jî dest pê kir. Piştî ku ez jî mirinê filitîm min xwest ez gilî bikim. Lê hevjînê min min tehdît kir. Her wiha ji ber ku ez reviyabûm têkiliya min bi malbata min re tunebû, lê piştî 2 salan têkiliya min bi malbatê re çêbû. Ez ji vê têkiliyê bi hêvî bûm ku şîdeta li ser min kêm bibe. Lê dayika min jî ji min re got ‘Belê min jî gelek êş kişandiye, ya te jî tiştek ji rêzê ye, mafê mêran heye ku şîdetê pêk bînin. Dema tu deng biki te bibî sedema xwînrêjandinê’. Şikestina herî mezin wê deme bi min re çêbû. Hêviya min ya bi dîtina malbatê re hilweşiya."
 
'Ji bo xwe biparêzim ez hatim Amedê'
 
Dema Xatun li kargehê dixebitî dîsa şîdeta hevjînê wê dom dike û hevjînê wê li kargehê jinek din birîndar dike û 2 salan ceza digire. Dema ji girtîgehê derdikeve wê demê jî êdî êrîşî keça xwe dike. Xatunê ew dem jî wiha vegot: "Herî dawî dema wî bi çekê gef li me kir me serî li qereqolê da. Ji wir me birin stargeha jinan. Lê me dixwest ku ew bê girtin. Ji bo em xwe biparêzin me berê xwe da Amedê. Li vir jî bi rêya telefonê xwe gihand me û gefên xwe berdewam kir. Lê cara yekem min serî rakir. Min li Amedê rêxistina jinan nas kir û min dest bi xebatan kir."
 
‘Bi naskirina rêxistina jinan jiyana min guherî' 
 
Xatun dema rêxistina jinan nas dike vê demê jiyana wê diguhere û Xatun wiha qala guhertinê kir: "Dema ez hatim Amedê û min rêxistinên jinan nas kirin, vê demê ez bi xwe hesiyam û min dest bi berxwedana jiyanê kir. Min êdî rastiya xwe nas kir û ez di ferqa hêza xwe de bûm. Min serî li dadgehê da û min xwest hevjînê min ceza bigire. Ev tişt bi saya hêza yekitiya jinan pêk hat. Berî her tiştî tişta ku rêxistina jinan bi min daye qezençkirin azadiya aborî bû. Ez li gelek kargehan xebitim û min debara mala xwe dikir, zarokên xwe xwedî dikirin. Kurê min girtiye û di nava çalakiya greva birçîbûnê de cih xwe girt. Ez jî wekî bi hezaran dayikên lacikspî li qadan bûm. Min berxwedana xwe bi vî rengî gihand asta herî jor. Ez bi vê hêza xwe re pir dilşadim ku îro gihaştime azadiya xwe. Hêvîdar im kuhemû  jin ji bi vî rengî serî hildin.”