Bi minasebeta Roja Dayikan gora Dayika Taybet hat ziyaretkirin

  • 16:08 10 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê, bi minasebeta Roja Dayikan  gora dayika Taybet Înan  ziyaret kirin. Li goristanê Nuran  Îmîr a HDP’yî axivî û got: “Nirx û keda herî  pîroz ya zarokên dayikan e. Em ê vê têkoşînê mezin bikin û daxwaza dayikên xwe bi cih bînin. Em ê tu carî serî li ber dijmin daneynin.”  
 
Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê û Tevgera Jinên Azad(TJA), bi minasebeta Roja Dayikan  gora dayika Taybet Înan a di 19’ê Kanûn 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin ziyaret kirin.  Parlamenterên HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredar Silopiyê Adalet Fîdan, Hevseroka HDP’ê ya Silopiyê  Suzan Aşkin, keça Dayika Taybet Halîme Akin û gelek jin li Goristana Başak(Şehîd) a ku li taxa Nuhê ye amade bûn. 
 
Li goristanê Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û Roja Dayikan li hemû dayikên cihanê pîroz kir. Nuran, anî ziman ku di sedsala 21’emîn de êş û elem di vê rojê de pêşwazî dikin û wiha got: “Nirx û keda herî  pîroz ya zarokên dayikan e. Pîrozbahî û diyariya herî pîroz ku mirov bide dayikan jî parastina jiyana zaroka wê ye berê her tiştî. Ji ber xwe xûliqandina jiyanê afirandina cihanê jî ji bedena jinê pêk tê. Lê belê îro di keseyata bedena jinê de erdnigariya jiyanê her çar aliyê wê di nav şer de û gergeşê yê de ye.”
 
‘Ev êrîşên tên kirin hovîtî ye’
 
Nuran, bal kişand ser êrîşên ku li dijî goristana pêk tên û wiha domand: “Di vê rojê de jî li gûndekî Hezexê  û li gelek bajarên Kurdistanê êrîşê goristana tên kirin. Kevirên goristanan dişkînin. Ev êrîşên tên kirin hovîtî ye. Mirov êdî nikare li dijî vê nêzîkatiyê tu tiştî bibêje. Bi hezaran dayikên me di vê sedsalê de bi konsepta îmha û înkarê ku Komara Tirkiyeyê li ser gelê kurd rewa dibîne bi hezaran dayikên me bi hesret û çav vekirî me sipartiye axê. Heta îro jî ev şer berdewam dike. Dayika Taybet jî îro bû axa Kurdistanê û bû dayika me hemûyan. Di nirxê hebûna Dayika Taybet de hemû dayikên me yên ku nirxên xwe afirandin û xwedî derketin ji bo me ferz e. Em jî di hizûra Dayika Taybet de sond dixwin ku ew hêviyên ku di dilê wan de dijiyan û çûn ser dilovaniya xwe, ji bo wan hêviyan em ê li ber xwe bidin. Em ê vê têkoşînê mezin bikin û daxwaza dayikên xwe bi cih bînin. Em ê tu carî serî li ber dijmin daneynin.”  
 
‘Ax jiyan e…’
 
Keça Dayika Taybet Halîme Akin jî got dayik hebûn û hêviya jiyanê ye û  em xwedî dayikên xwe derbikevin. Hevşaredar Adalet Fîdan jî diyar kir ku ax jiyane û tim jiyanê diafirîne û wiha pêl da axaftina xwe: “Em hêvî dikin ku afirandina jiyanê neyê qetil kirin. Ev gulên ku em li ser goran diçînin jî hêzê didin ku demek nêz de bi dawî bibe. Em Roja Dayikan li hemû dayikên cihanê pîroz dikin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin gul li ser gora Dayika Taybet çandin û laçika spî danîn ser gora wê. Her wiha jinan çûn serdana malbata Pakîze Nayir a ku di 4’ê Çileya 2016’an de hat qetilkirin û gelek malbatên din.
 
 Cizîr
 
Her wiha jinan li navçeya Cizîrê jî dayikên ku di dema qedexeya derketine derve de li berxwe dan ziyaret kirin.