Ew ê tundiya polîsan bê gilîkirin
- 15:19 10 Gulan 2020
- Rojane
WAN - Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê, polîsê ku li Navçeya Nisêbînê bi çekan êrîşî zarok kir, bi zimanekî tund rexne kir û got: “Ev dîmenê li Nisêbînê ku ku polîs bi çekan ketiye ser pişta zarok aşkere qeyda îstîsmara fiziksî ye."
Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê, têkildarî êrîşa polîsê ku li Navçeya Nisêbînê bi çekan êrîşî zarok kir daxuyanî da. Komîsyonê dîmen wekî bûyerek "travmatîk" pênase kir û wiha got: “Ev dîmenê li Nisêbînê ku ku polîs bi çekan ketiye ser pişta zarok aşkere qeyda îstîsmara fiziksî ye."
Komîsyonê bertek nîşanî daxuyaniya Qeymeqamiya Nisêbîne jî da û wiha got :“Gotina qeymeqamiyê ya 'Guleyek berda hewa û xwest girsê belav bike' nîşana rewakirina îstîsmarê ye. Polîsan bi çekan zarokên biçûk tirsandine. Qala tirsantina zarokan a bi çekan jî nake. Diwaze bi vê daxuyaniyê ser vê bûyera tirsnak bigire. Ev daxuyanî li dijî heqîqet û hestiyariyê ye. Mixabin ev dîmen qeyda îstîsmara fîzîkî ya zarokan e."
Komîsyonê xwest her kes hestiyar nêzî vê bûyerê bibin.