Malbatên Şehîdan rûxandina gorên şehîdan şermezar kirin

  • 13:57 10 Gulan 2020
  • Rojane
HELEB - Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li dijî gorên  Bakur şermezar kirin.
 
Dewleta tirk li Bakur gorên pakrewanên azadiyê xera dike. Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê xerakirina gorên şehîdan, li Goristana Şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya gundê Pinû ya Şex Meqsûdê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de malbatên şehîdan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê, Nîdal Hec Hisên ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku hemû cîhan li hember nexweşiya vîrûsa Korona şer dike ku dermanekê jê re were peyda kirin, lê em dibînin ku dewleta tirk her ku diçe hovîtî û êrîşên xwe  di derheqê Gelê Kurd e didomîne. Li Bakurê Kurdistanê hemû cureyên bin pêkirina mafê Gelê Kurd bi destê faşîst a dewleta tirk tê kirin. Em êrîşên li ser gorên şehîdan şermezar dikin û dibêjin ji dagirkeriya dewleta tirk re êdî bes e. Her roj dewleta tirk û çeteyên wê li hember Gelê Kurd kiryarên xwe didomîne û êrîşî gorên zarokên me dike û hestiyên wan tune dike. 
 
Êrîşa li dijî goran di tu baweriyê de tune ye. Ev bêhurmetîye.  Êrîşên li hember goran di civakê de nayê qebûlkirin. Nav û hestiyên zarokên me di nava axa pîroz de belav dibe, lê dewleta tirk goristanên Wan, Riha û Amed dirûxînê. Hedefgirtina goristana şehîdan, tirsa desthilatdaran diyar dike û armanca dewleta tirk qirkirina Gelê Kurd e. 
 
Weke malbata şehîdan em dibêjin hebûna me şehîdên me ne û em ê li hember vê êrîşî bertên xwe nîşan bidin. Em vê nêzikatiyên dijmirovahî şermezar dikin û em bêdeng namînin. Em weke dayikên şehîdan soz didin ku em ê tola zarokên xwe hilînin û li hember êrîşên dewleta tirk divê em kurd bi yek dest bin û dengê mafê xwe bilindtir bikin." 
 
Daxuyanî bi dirûşma dilsoziya pakrewanan re bi dawî bû.