MED TUHAD-FED:Şûna gotinên sembolîk, aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin

  • 10:34 10 Gulan 2020
  • Rojane

AMED - Komeleya MED TUHAD-FED'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Dayikan pîroz kir û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê di her şert û mercan de li cem têkoşîna dayikan cih bigirin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) di çarçoveya Roja Dayikan de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wekî her serdemê dê îsal jî dayikan bi têkoşîna xwe zilm têk bir û hat gotin ku dayîk bûne pêşengên berxwedanê.
 
'Dayikan di pêvajoyên herî  zehmet de pêşengtî kirin'
 
MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku Dayîkên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê her gav pêşengtiya  pêvajoyên dijwar kirine. Bi domdarî jî MED TUHAD-FED’ê ev tişt got:" Erdnîgariya ku em lê dijîn ji bo dayikên me ji bilî dayikbûnê têkoşîn e. Wekî her serdemê di vê serdemê de jî dayikên me bi têkoşînê bersiv daye zilmê. Dayikên laçikspî, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi berxwedana xwe pêşengtiya pêvajoyên herî zor û zehmet kirine. Me sala 2020'an de Roja Dayikan bi aloziyekî pêşwazî kir. Bi hezaran dayik bûne deng û ronahiya girtiyan. Roj hat dayik li parqa Koşuyoluyê û roj hat dayikan li qada Galatasarayê li berxwe dan. Di sala 2020'an de divê êdî dengê dayikan bê bihîstin. "
 
'Şûna gotinên sembolîk, aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin'
 
Di berdewamiyê de jî MED TUHAD-FED’ê anî ziman ku ji xeynî diyariyên sembolîk hewce ye ku daxwazên dayikan pêk binin û got:" Dayikên girtiyan aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin . Di  2020'an de   şûna gotinên sembolîk  ji dayîkan re, aşitî û azadiyê  diyarî bikin. Dayik li benda aşitî  azadiyeke mayînde ne. Bi taybetî em dikarin bibêjin ku bi qanûna înfazê bi awayekî ne hiquqî parlementoyê de derbas bûye. Lê lidayikan her tim azadî,aşitî û demokrasî parastine. Em wekî komeleya girtiyan bi vê minesebetê roja hemû dayîkan pîroz dikin 7  dubare soz didin dayîkan ku em ê her tim li cem têkoşîna  wan cih bigirin. "