‘Min dema ew wêne dît dayika min hat bîra min’

  • 09:02 10 Gulan 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX – Dayika Taybet a 57 salî ku hat qetilkirin, 11 zarokên wê 4 salin Roja Dayikan bêyî dayika xwe pêşwazî dikin û keça wê Halîme Akin anî ziman ku ew bi êşeke mezin dikevin vî rojê. Halîmeyê, Xalîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jêre hatin şandin jî bi bîr xist û got: “Dema ku min ew nûçeya derbarê dayika Xalîse de dît dayika min hat bîra min û êşeke mezin ket dilê min.”   
 
Îro 10’ê Gûlanê Roja Dayikan e.  Lê li herêmê bi sedan dayik hene ku vê rojê bêyî zarokên xwe pêşwazî dikin û gelek zarok jî bêyî dayikên xwe dikevin vê rojê.  Ji van zarokên ku bêyî dayika xwe vê rojê pêşwazî dikin jî zarokên Taybet Înan in ku her 11 jî bêyî dayika xwe vê rojê li Sîlopiya Şirnexê pêşwazî dikin. 
 
Taybet Înan jineke 57 salî ku dema qedexeya derketina derve di 19’ê Çileya 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin e. Destûr nehat dayîn ku cinazeyê Dayika Taybet ji  erdê bê rakirin. Cinazeyê Dayika Taybet 7 rojan li kolanan li ber çavên zarokên wê hat sekinandin. Kesên ku dixwestin biçin cinaze bigirin gûle bera wan didan û ji wan hîn kes jî birîndar bûbûn. Dİ ser kûştina Dayika Taybet re 4 sal derbas bûn û di mala wê de hîn şîna wê berdewam dike., Keça dayika Taybet Halîme Akin ku roja dayikan bi êşeke mezin pêşwazî dike, ji aliyekî dinê ve jî laçika spî daye serê xwe û daxwaziya azadiyê dike.
 
Roja dayikan li goristanê pêşwazî dikin
 
Halîme, anî ziman ku di ser kûştina dayika wê re 4 sal derbas bûn û ew 4 salin bi êşeke mezin roja dayikan pêşwazî dikin. Halîme, tîne ziman ku ji bo wan wateya vê rojê nemaye û dibêje her roja dayikan tê ew diçin serdana gora dayika xwe.
 
‘Roja Dayikan ji bo min nayê tu wateyê’
 
Halîme, bi lêv dike ku qetilkirina dayika wê êşeke nayê ziman e  û ew di Roja Dayikan de bêyî dayika xwe vê rojê pêşwazî dikin. Halîme, wiha dibêje: “ Cinazeyê dayika min 7 rojan li kolanê hat sekinandin. Me nikaribû biçûna cinazeyê wê bigirta. Dema em diçûn gûle bera me didan. Roja Dayikan ji bo min nayê tu wateyê. Ji ber ku îro dayika me ligel me nîne. Lê belê em dîsa jî diçin goristanê serdana gora dayika xwe. Em ê li goristanê Roja Dayikan li dayika xwe pîroz bikin.” 
 
‘Xwezî dayika min îro li gel min bibûya’
 
Halîme, dema behsa Roja Dayikan dike rondik ji çavên wê dibarin û dibêje ew her deqe û saniye di bîra wê de ye. Halîme, dibêje ku heta ew bijî dê tu carî dayika xwe ji bîr neke û wiha pêl da axaftina xwe: “Xwezî dayika min îro li gel min bibûya. Me yê bi hev re ev roj pêşwazî bikira. Ew ji bo min ne bi tenê dayikek bû, her wiha ji bo min rêhevalek jî bû. Dema dayika min li civakekê rûdinişt diaxivî hemû kesan bi rêzdarî wê gûhdar dikir. Dayika min sohbetên gelek xweş dikir. Îro ez jî tiştê ku ji dayika xwe fêr bûme pêk tînim. Ez ê tu carî ne dayika xwe û ne jî berxwedana wê ji bîr bikim û nedim jibîrkirin. Dema di cejn û rojên taybet de hemû kes dayikên xwe ziyaret dike em jî van rojan bê dayik pêşwazî dikin. Kesên ku ev êş bi me dan jiyîn hêvî dikim ku heman êşê ew jî bijîn. Êşa me 4 sal in tu carî kêm nebûye.”
 
‘4 salin bêyî dayika xwe vê rojê pêşwazî dikin’
 
Halîmeyê, got Roja Dayikan ji bo wê êşeke nayê ziman e, her ku ev roj tê dilê wê zêdetir dişewite û wiha pê de çû: “Gelek zarok weke me bêyî dayikên xwe Roja Dayikan pêşwazî dikin. Gelek dayik jî bêyî zarokên xwe vê rojê pêşwazî dikin. Bi herdu aliyan jî ev roj ji bo me tê wateya êşeke mezin. Beriya ku dayika min bê qetilkirin di Roja Dayikan de em diçûn mala wê û  me roja wê pîroz dikir. Lê belê 4 salin bêyî dayika xwe em vê rojê pêşwazî dikin. Roja hemû dayikên dilşikestî pîroz dikim. Em dixwazin ku ev êş demildest bidawî bibe.”
 
‘Êşeke mezin ket dilê min’
 
Halîmeyê Xalîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jê re hatin şandin jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku min ew nûçe û wêne dît dayika min hat bîra min. Îro di dilê wê dayikê de jî êşeke mezin heye. Bi kargoyê şandina cinaze tu carî nayê qebûlkirin. Dema min dayika Xalîse dît ez gelek xemgîn bûm. Piştre ez li ber televîzyonê rûniştim û giriyam. Em ê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê bidomînin. Em ê tu carî dev ji vê daxwaza xwe bernedin.”