ROJEVA 10 ’ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 10 Gulan 2020
  • Rojev
*Hevşaredara bajarê Colemergê Hûmeyra Armut, diyar kir ku qeyûm di serî de xebatên jinan asteng kir û got: "Bi tayînkirina qeyûm re xebatên me nîvco man. Jinên ku di vê pêvajoyê de bi zor û zehmetiyan re rûbirû man dîsa jî xebatên xwe domandin. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûman bi hev re  xebatên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komîteya Şaredariya Kantona Kobanê Maqbûle Bekî êrîş û pilanên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandin û wiha got: "PDK û dewleta tirk li başûrê Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganiyê tevdigerin û yekitiya Gelê Kurd asteng dikin." DÎMEN HEYE
 
*Stran  û hest û êşa nava mirov derdixin holê.  Zarokên Kampa Waşûkanî jî bi perwerdekirin û fêrbûna stranan roja xwe derbas dikin. Nêvîn û Ahîn ên ji Serêkaniyê dibêjin: “Em dixwazin cîhan dengê me bibhîze û bi êşa gelê me zanibe.”DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Cûmane Delûl a ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye ku ji xwe re meştelek çêkiriye û lê çandiniyê dike, derbarê kare xwe de axivî û got: ”Di cewherê jinê de girêdaneke bi çandiniyê re heye. Ji ber vê dema ku ez li meştela xwe dixebitim ez kêfxweş dibim.” DÎMEN HEYE
 
*Dayika Taybet a 57 salî ku hat qetilkirin, 11 zarokên wê 4 salin Roja Dayikan bêyî dayika xwe pêşwazî dikin û keça wê Halîme Akin anî ziman ku ew bi êşeke mezin dikevin vî rojê. Halîmeyê, Xalîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jêre hatin şandin jî bi bîr xist û got: “Dema ku min ew nûçeya derbarê dayika Xalîse de dît dayika min hat bîra min û êşeke mezin ket dilê min.” DÎMEN HEYE
 
*Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş,  derbarê rewşa girtî û girtîgehan de axivîn û gotin rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xirabtir dibe û daxwaza tahliyekirina wan kirin. DÎMEN HEYE 
 
* Di vê pêvajoya vîrusê de zarokên taybet yên neçar man li malê bimînin ji vê pêvajoyê zêdetir bi bandor dibin. Dayika zaroka bi sendroma Down Hacer Gezer, pirsgirêkên dijîn vegot û psîkokog Ozlem Akarken jî got divê rutîna zarokên taybet xera nebe.
 
*Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku Navenda Piştevaniya Jinê ya di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin hedef dike ku ji bo jinan piştgiriya psîkolojîk, civakî û hiqûqî bide û got: “Em di xizmeta hemû jinên rastî newekheviyê hatinê de ne.”
 
*Li Geliyê Zîlanê yê li Erdîşa Wanê ye, di 2014’an de hat xwestin ku projeya HES’ê bê çêkirin û li ser îtîrazan hatibû redkirin û dîsa hat destpêkirin. Hevseroka HDP’ê ya Erdîşê Sarya Bîlîcî diyar kir ku ew ê destur nedin çêkirina projeyê.
 
*Jinên bi hesreta zarokên xwe dijîn, balkişandin ser newekheviya ku dewlet li hember dayikên kurd pêk tîne û gotin ancax dayik vî şerî dikarin bidin sekinandin. DÎMEN HEYE