Banga 47 sazî û rêxistinên kurd: Ji bo Zînî Wertê bêdeng nemînin

  • 13:47 9 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Zînî Wertê 47 sazî û rêxistinên kurd yên Ewropayê daxuyaniyek hevpar weşandin û gotin: "Em bang li hemû partî, sazî, dezge û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê dikin, divê em bi helwest û bertekek hevbeş rabin ser piyan!”
 
47 partî, rêxistin û saziyên Kurdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar banga li pêşiya xeteriyên di serî de li Zînî Wertê û Kurdistanê tê kirin rawestin û bikevin tevgerê kir.
 
Daxuyaniya 47 partiyan wiya ye: "Em partî, rêxistin û saziyên Kurdistaniyên li Ewropa dibînin ku dagirker, bi taybetî jî dewleta Tirk di nava hewldanek pir qirêj û gemar de ye. Di van rojên dawî de, li gel Rojava, niha jî li Başûr ketiye nava planek gelek xeter. Li Zînê Wertê, ji bo vê plana xwe bi ser bixe, dest bi avakirina zemîneke Xwişk-Birakujiyek dike. 
 
Em eşkere dibînin û dibêjin ku ev dewleta dijminê Kurdistanê ye û dixwaze hêzên tevgera gelê Kurdistanê, bixe nava şerê navxweyî. Li hember vê plan û projeya qirkirinê bê deng û bê bertek bimînin gelo?
 
Na, nexêr, divê em ranewestin. Em sazî û rêxistinên Ewropayê bang li hemû partî, sazî, dezge û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê dikin, divê em bi deng û helwest û bertekek hevbeş rabin ser piya! Em, berî her tiştî û herkesî, hêzên sereke yên li Kurdistanê ne û bi taybetî yên li wê herêmê ne. Divê li dijî vê xeterê rabin, neyên lîskên dewleta faşist. Divê nebin sedem û nehêlin careke din li xaka pîroz a Kurdistanê xwîn were rijandin!
 
Her wiha em, bi vê helwest û hewldana hevbeş, bang li raya giştî ya cîhanê û dewletên têkildar dikin, divê nebin hevparê vê polîtîka û plana malxerab a dewleta Tirkan! Em bang li hemû partî, sazî, dezge û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê dikin, divê em bi deng û helwest û bertekek hevbeş rabin ser piyan!”